Civak
Fazil Mîranî û Kerîm Şingalî qeza tirafîkê derbas kir
Fazil Mîranî û Kerîma Şingalî qeza terafîkê derbas kir.
Li gor wan agadariyên gihiştîne malpera Rojevakur, roja îniya çûyî dema Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji civîna Silêmaniyê vedigeriyan bo Hewlêrê di rê de qeza Tirafîkê derbas kiriye û Mîranî sivik birîndar bûye û Şingalî jî biselamet e.
Roja nîniya derbasbûyî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û polîtbûroya PDK çûbûn Silêmaniyê û digel polîtbûroya YNKê civiya bûn. Di dema vegerê de Fazil Mîranî û Kerîm Şingalî qeza Tirafîkê derbas kiriye.
Heta nuha tu çavkaniyên nav PDKê ev nûçye piştrast nekiriye.