Faworîta Serokwezîrê berê Carlsson: Evin Çetin
Di partiya Sosyal Demokratan jî hejmarek Kurd weke namzêtên parlementoyê hatine nîşandan. Yek ji wan jî Evîn Çetin e. Çetin ji aliyê dê Sûryanî û ji bavê jî Kurd e. Di belediya ku bêhtir Sûryanî dijîn, li Sodertaljeyê kar dike.
Xebata Evînê ya siyasî di nava xwendevanên Sosyal Demokratan de dest pê kiriye û gelek têkiliyên tekûz bi endam û rêvebirên partiya xwe re pêk aniye. Lê Sosyal Demokratan cara pêşî hêza Evînê, hezkirin û girêdana xelkê pê re, di hilbijartinên berî niha ya Parlamentoya Ewropayê de dîtin. Evînê, bi serbilindiya meslêkê bavê xwe, li ser kartonên ”pîza”yê programa xwe nivîsî û xwe gihand tevayê Kurda, Sûryaniyan, Swêdî û bîyaniyan. Kampanya wê piştgiriyek xurt girt û di hilbijartinan de bi hezaran dengên taybetî girt. Bilindbûna dengên wê, Sosyal demokratan, partiyên din û medya Swêdî xiste şokê. Tev li beyanên Evînê yên berê vegeriyan û zanabûna wê ya li ser pirsa Kurd, pirsên bîyaniyan û navnetewî dane ber pîvanê. Evîn hate teqdîrkirin. Îro dema qala van pirsa tê kirin, dîtina wê ji aliyê medyayê ve tê girtin…
Li Belediya Haningeyê çêdibe şeva piştgiriya Evinê. Serokê Partiya Sosyal Demokratan û Serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson bi xwe şevê organîze dike û bixêr hatina mêvanan dike. Gelek navên din ji Sosyal Demokratan beşdar dibin. Anders Lago şaredarê Sodertaljeyê, Thomas Johansson berpirsê kampanyayê û gelek kurdên naskirî û nûnerên medyayê beşdar dibin. Xwarin tê ser sifrê, hemu kes dikeve dorê û xwarin û vexwarin, şêranî û sohbetên germ heta 10 ê şevê didome.
Ingvar Carlsson diaxfie
Dîtina Ingvar Carlsson li ser çareseriya pirgirêka Kurd, rola sosyal demokratan li ser pirsê û rexneyên wî li muxalefetê bala mirovan dikşand. Piştî pirsan, dîtina xwe li ser van pirsan û nêzîkbûna xwe li faworîta xwe, keça Kurd Evin Çetinê wisa formule dikir:
Rewşa Kurda cihê xemgîniyê ye. Sosyal demokrat dikarin rolekî erênî bilîzîn, lê ji bo çareseriyê divê di gel hêzên Ewropî re hevkariyek xurt bibe. Iqtîdara îro, bi taybetî wezîrê derve Carl Bildt, ji bo çareseriya nakokiya di nav israil û Filistiniyan rolek erênî lîst, lê gelên din, anku pirsgirêkên din, ya Kurda jî di navde nedît, anjî nexwest bibîne. Zêde kar nekir. Eger em werin iqtîdarê, em ê karîbin li ser pirsê gavên erênî bavêjin. Divê neyê jibîrkirin ku, divê Kurd bi xwe jî li deverên lê dijîn di nava siyasetê de aktîv bin û pirsgirêkê bihênin rojevê.
Evinê keçek zîrek e. Perspektîvên mantiqî peşkêş dike û ji bo pêşketin û xwenûkirina partiyan pêwîstî bi kesên wisa heye. Di dema ku min hikumeta xwe ava kir, hêza jinûmêran weke hev bû, anku wekheviyek hebû. Divê di nava partiyê de mêzênek me hebe û jin jî cihê xwe bigirin. Lewma hebûna kesên weke wê, ji çandên cewaz û tecrubeyên rengîn hêza me xurtir dike.
Bavê Evînê diaxife
Salih ji aliyê Tora Evdînê ye. Tora Evdînê tê wateya ”Çiyayên Evdên Xwedê”. Li wir Kurd, Ermenî, Sûryanî, Êzîdî û Cuhû demek dirêj, ji fesadiyan dur, jiyanek pir bi tolerans û reng bi hev re derbas dikirin. Duayên ji Dêr, Mizgeft, Sînagok û Lalişa Pîroz bilind dibûn rengên Torê xurt dikir û bereket bi ser herêmê ve dihanî. Feqîrtî zêde nêzî wir nedibû û alîkariya hev beşek ji jiyanê bû.
Salih li deverek wisa mezin bûbû û hezkirina mirovan ji xwe re kiribû prensîbek esasî. Bûbû şahidê zilma li ser jina. Lewma xwendina zarokên xwe, bi taybetî yê keçan ji bo parastina mafê jinan li welatê xwe, giring didît û wisa digot:
Ez bûm piştgirê Evinê, lê Evinê jî berxwe da û xwend. Paşê ket nava siyasetê. Mezin bû. Me carekê jê re qala zewacê kir. Me fêm kir ku, wê rêyek dirêj daye pêşiya xwe. Cihê xwe dilê xelkê xwe û gelek kesên din de çêkiriye. Gelek kes ji Swêdî, Kurd, Sûryanî û bîyaniyan hez jê dikin. Aliyê wê yê rêvebiriyê û kurbûna li ser pirsgirêkan û peydekirina çareseriyan, pir xurt e. Em ji bo serkevtina wê li vir in.
Anders Lago diaxife
Serokê belediya Sodertaljejê Anders Lago weke dostê Kurda tê nasîn û gelek caran beşdarî çalakiyên Kurda li Swêdê bûye û li ser çareserkirina pirsa Kurda dîtinên xwe aniye zimên. Dîtina wî li ser Evîn Çetînê û Kurdên Swêdê wisa ye:
Evin Çetin namzêda me ya wîlayeta Stockholmê û Sodertaljeyê ye. Pir normal e ku, ez jî mina gelek kesan piştgiriya wê bikim. Ji bilî vê jî, ciwan e, xwedî karakter e û angajeyî kar dibe. Pêwîstiya meclîsê bi kesên wisa heye. Çetinê bi pirsgirêkên wisa mijûl dibe ku, ji bo min jî giring in. Weke pirsa polîtîka derve ya Swêdê, demokrasî ji bo kurda û eqaliyatên din, û li Swêdê jî beşek ji mirovan hejar in û mecalên wan yên aborî bi sînor e.
Divê Kurdên Swêdê herin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Pir giring e ku mirov dengê xwe bide, bi hev re bandorê li siyasetê bike. Dengê xwe bidin sosyal demokratan, û namzetên ku kar û xebatê ji bo we bikin, hilbijêrin.
Pêwîstiya me bi hikumetekî wisa heye ku, dest bavêje pirsên derve û xwedî helwest be, ji bo peydekirina kar xebatê bike, pêşketina welêt gavan bavêje û hemû kes, bêyî cudahiya nijadî û rewşa aborî, karîbe xewn û xeyalên xwe bi cî bihêne. Hikumetekî sorekesk (partiye çep, sosyal demokrat û keskan) garantiya Swêdekî ji bo hemu kesan e.
Evîn Çetinê diaxife
Evin berê xwe dide beşdarên şevê û wisa dibêje:
Ez pir kêfxweş im ku îro li vir Kurd, Suryanî, Swêdî û çandên din gihiştine hev. Em hevre pirsgirêkên xwe niqaş dikin. Daxwaziya min ji dêûbavê kesên bîyanî ew e ku, piştgiriya zarokên xwe bikin û rê ji bo xwendina wan vekin, perwerdekirina wan cidî bigrin. Kesên bixwazin siyasetê bikin, bi wan re bin. Di serkevtina min de, rola dêbavê min, ya Ingvar , ya Anders û ya we heye. Bê guman e ku, ez ê vê piştgiriya we jibîra nekim. Em ê bi hev re ji bo çareseriya pirsên kar, xanî, dibistanan û hwd bixebitin û hevkariya nav xwe xurtir bikin.
Peyva dawiyê
Thomas Johansson berpirsê kampanya Evînê nêzî me dibe û wisa dibêje:
Carna rojê bi sedan mesaj û telefon ji me re tên, ne tenê ji herêma Evînê, lê ji gelek deverên Swêdê tên. Dixwazin piştgiriya wê bikin. Evînê ji alîyê biyaniyan û Swêdiyan tê hezkirin û teqdîrkirin. Ev hezkirin û baweriya pê hêviyek mezin dide mirovî…
EuroKurd News / Seyidxan Anter & Gabar Çiyan