
Parlementerê MHP Lutfu Turkkan di civînek ya partiya xwe de li ser pêvajoya nû axavtinek kir.
Turkkan di axavtina xwe de got:” Bila bêje lê bidin emê lê bidin.” Wek tê zanîn xwepêşandanek ya MHPê de xwepêşandanan gotin Dewlet Bahçelîyê serokê MHPê “Bêje lê bidin emê lê bidin“ nijadperstên Tirk niha dijê pêvajoya ku Ak Partiyê ji bo sekinadina şer destpê kirî disekinin û dibêje: Divê em rayên wan bibirin ne hevdîtina li gel wan bikin.
Herweha parlemnterê MHPê got: Hinek behsa axa vî welatî dikin, ji vê axê em bostekî nadin kesekî, ev niştimana me ya dawiye. Dibêjin axa meye raste serê axê ya meye binê axê ya wane.
Nijadperestê faşîst bi zihniyetek nazîst behsa miletê Kurd bi awayek ne mirovatî dike. Di bingehê xwe de ev gotinên wî tawanek mirovetiyê ye. Divê her Kurdek vê zihniyeta nijadpersta Faşîst bi awayekî protesto bike.