Hevpeyvîn

Ez ne mecburim wek Qendil bifikirim

Di hevpeyvînekî ya xwe de hevserokê HDPê Selahhatin Demirtaş vekirî behsa  nakokiyên xwe û Qendîlê dike.Ji Rojnama Radikal a Tirkî rojnemevan Ezgi Başaran hevpeyvînek li gel Demîrtaş pêkani.Li Ser pirsekî Demirtaş dibêje: Eger min bizanibûya pravakasyon çênabe, ezê tevlî rewrisma rakirina cenazeyên polisan bibûma. Tu ferkek di navbera diya min û diya wan polisan de tuneye. Minê destê dayka wan maç bikira.(Di polis ji aliyê PKKê ve hatibun kuştin)Li ser pêwendiyên HDP û Qendil Demirtaş dibêje: Tu kêşeyek kesayetî di nava min û Qndilê de tuneye. Hinek tiştan de em cuda difikirin , em ne mecburin her tiştekî de wek hev bifikirin. Ez hevserokê HDPê me, ew hevserokê KCKê ne.KCK tevgerek li Rojhilata Navin xwedî bandore, lê nayê wê wateyê ku her tişta ew bêjin ji bo me ferman e. Ne jî her tişta ew bêjin em mecburin bi cih bînin.Ezgî Başaran dipirsê:Di kîjan pirsan de hun û Qendil ne wek hev difikirin?Meselê HDPê dest meşekî kiriye. Hêja ev meş temam nebûye. Miletê Tirkiye erkek danî li ser milê HDPê. Gelo dê HDPê bi vê mestir bibe , kiçiktir bibe hêja em nizanin. Dema Hilbijartina de HDPê behsa aşitiyê kir, bahsa rewşek aram kir. Divê em di van tiştan de bi israrbin.Erka HDPê ye banga devjêberdana çekan bike,behsa agirbestê bike.Ev ne nezanina siyasiye siyaset bi xwe ye. Ez welê bawer dikim.Ezgi Başaran dipirse:Di nava partiyê de li dijê Qendilê ne rihetiyek heye?Demirtaş dibêje: Ez vê hevpeyvînê naxwezim bikim wek tiştek kesayetî. Lê dema ez tevlî siyasetê bûm, di nava partiyê û dervê partiyede jî beşek ne razîbûn.Ez dizanim awayê min yê siyasetê ne wek yên ji berî minin. Dema mirov mezin bileyze, kêmasiya hinekan derdikeve holê. Ew aliyên min wek zilamê xwe nabinin aciz dibin.

Back to top button