Polîtîk

Brîtanya û Almanya jî piştgiriya Kurdistanê dikin

Roja sêşem 28.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakir Balyozê Brîtaniya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal û her wiha kêşeyên li ber rêkkeftinên di navbera Hikûmeta Herêmê û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan. Her li vê kombûnê da di derbarê rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstên Da’îş li Enbar, Selahedîn û Nînowa û çawayiya serxistina plana şikestdana terorîstan li Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.Rewşa siyasiya Tirkiye û girjî û pêşketinên di navbera artêşa Tirkiye û PKK mijareke dinê vê kombûnê bû û têda Serok Barzanî biryara Hikûmeta Tirkiye ya ji bo beşdarîkirina hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorîstan bi hengavekî girîng û bandor da zanîn. Li rûbirûbûna terorîstan de lê belê ew beşdarîkirin nabê bi bihaya lêdana aliyên Kurd bê li Tirkiye û Sûriye. Her wiha nîgeraniya xwe ya li têkçûna rewşê û pêşketinên serbaziyên di navbera artêşa Tirkiye û PKK nîşan da û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê darêjerê siyaseta PKK yan Tirkiye nîne belku palpiştê proseya aştî û danusandinê dike û şer bi çareseriyekî xerab dizanê û hana aliyan jî dide ku vegerin ser bingeha proseya aştiyê. Ji ber ku aştî û xebata siyasî xizmeta berjewendiya gelê Kurd û Tirkiye dike.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û asta veberhênan û sermayeguzariya kompanyayên Brîtaniya li Herêma Kurdistanê kirin. Roja sêşem 28.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îkhard Birus Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir.Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê spasiya xelk û Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo hewandina koçber û penaberan kir û balkişand li ser wê yekê ku cîhan sersame bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê sedan hezar koçberan himbêz kiriye ku zêdetirê wan jî ne ji neteweyê Kurdin. Her wiha Serok Barzanî ji hewldanên welatê xwe ya ji bo yarmetîdana wan koçberên ku vedigerin navçeyên azadkirî agahdar kir. Di derbarê berfirehbûna bereya dijî Da’îş Balyozê Almanya li Iraqê ragihand ku welatê wan pêşwaziyê li biryara Tirkiye dike bo ku biçê bereya şerê Dijî Da’îş, lê belê li heman demê de nîgeraniya xwe jî ji ber pêşhatên di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK ya proseya aştiyê bikevê bin metirsiyê ragihand, ji ber ku proseya aştî li Tirkiye hindik mabû ku bigihe encamek.Li beranber da Serok Barzanî spasî hewldanên Almanya ya ji bo yarmetîdana koçberan û her wiha hevkarîkirina Pêşmerge de wê yekê xiste rû ku çareseriya serekiya kêşeya koçberan eweye ku vegerin navçeyên xwe û her hengavek berev yarmetîdana xelkê koçber hebê ya ji bo vegerana wan, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê lê dike.Di derbarê girjî û pêşhatên dawî ya di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li vî derbarî de helwesta Herêma Kurdistanê û Almanya nêzîkî heve û wê yekê dûpatkir ku hatina Tirkiye ya li nav bereya şerê dijî Da’îş hengavekî erêniye lê belê gelek nîgeranin ji serhildana şerê di navbera artêşa Tirkiye û PKK û hana her dû aliyan didîn ku vegerin ser proseya aştî û danustandinê ji ber ku çendîn sale danustandin baştire li yek demjimêr şer. Ji bo sergirtina vê babetê jî ewê ji destê me bê dikîn, ji bo yarmetîdana her dû aliyan ku vegerin li ser bingehên proseya aştiyê. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de eve jî xisterû ku hebûna Kurd li Tirkiye û navçeyê rastiyeke û divê hemû aliyek muamele li gel da bikin. Li gel eve da jî bi navê serxistina aştiyê pêwîste aliyên Kurd jî bi rastbînane temaşa pêşhatan bikin.  

Back to top button