Vîdeo

Ez kêfxweş im ku radigihînim me soza xwe bi cih anî

Hukumet a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û di civînê de dahat û xerciyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijara paşekewta mûçeyên fermanberan hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî civînê tevî Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan di konferanseke rojnamevanî de amade bû.

Di vê konferansa rojnamevanî de, Nêçîrvan Barzanî biryara rakirina sîstema paşekewta mûçeyan aşkere kir û got: “Ez kêfxweş im ku radigihînim ji vê mehê şûnde biryara paşekewta mûçeyan li Herêma Kurdistanê tê rakirin û mûçe dê ji vê mehê şûnde bêyî paşekewt, weke xwe bi temamî werin dayîn.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çend sal berê neçar bûne ku biryara paşekewta mûçeyan bidin û got: “Me ji hemwelatiyên xwe re soz dabû ku dema em bikarin bigihîjin wê qonaxê û rewşa darayî ya Kurdistanê bibe bi awayekî ku em paşekewtê rakin, em dê rakin, îro ew roj e ku em ji hemwelatiyên xwe re bibêjin ku me soza xwe bi cih anî.”

Nêçîrvan Barzanî ji ber xweragiriya wan spasiya xelkê Herêma Kurdistanê kir û got: “Em bi awayekî giştî  spasiya hemû mûçexurên Herêma Kurdistanê dikin, spas bo wan mamosteyan ku tevî wê rewşê ne xweş nehiştin deriyên dibistanan werin girtin, spas bo wan karmend û nojdaran ku nehiştin deriyên nexweşxaneyan werin girtin, spas bo pêşmergeyên me yên qehreman ku di wê dema giran de eniyên xwe bi cih nehiştin ji bo xatirê parastina axa Kurdistanê.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser sedemên biryara paşekewtê got: “Sedema giran a mijara paşekewta mûçeyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî nebû, encama çend tiştan bû ku yek ji wan; birîna budceyê ji aliyê Bexdayê bû, ku vê jî bandoreke mezin li ser mijara paşekewta mûçeyan kir. Duyem; şerê DAIŞê bû, hezar û 100 kîlometre sînorê Herêma Kurdistanê li gel rêxistina herî dirinde ya terorîst bû li cîhanê. Herwiha daketina bihayê petrolê û hatina milyonek û 800 hezar aware û penaberan bo Herêma Kurdistanê.

Ev hemû sedemên wê yekê bûn ku em vê biryara giran û ne xweş a paşekewta mûçeyan bidin.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Em hêvî dikin ku em di gotûbêjên xwe de ligel Bexdayê bigihîjin encamên baş û careke din hemwelatiyên me baca ti pirsgirêkeke siyasî ya li gel Bexdayê nedin.”Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Ez spasiya (Serokwezîrê Iraqê) Adil Ebdulmehdî dikim ji ber fêmkirina wî ya li ser vê mijarê û hewldana çareserkirina pirsgirêka mûçexuran weke hemû Iraqê lê nihêrî û hewl da. Spasiya taybet ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Dr. Fuad Husên dikim ku li gel me ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldaneke baş da.

https://youtu.be/Ky7l054__44

Back to top button