Ez jî mexdurê Ergenekonê me
Rojnama Bugun a tirkî li gel birayê Abdullah Ocalan berpirsêk ji yê PKK-ê yê kevin Osman Ocalan hevdîtinek kir. Osman Ocalan jî behsa kuştinin ku PKK-ê di nav a xwe de kirî dike.
Di vê derbarê de Osman Ocalan dibêje: Divê qonaxa navbera sala 1980-2000-ê baş bête muhasebekirin. Ne raste ku mirov bi temmaî PKK-ê pakij bide nîşandan.Heta redeyekî giringiyek ya raporên Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu heye.Lê divê mirov PKK-ê û BDP-ê mecburê vî karî bike. Ez bi xwe jî di nava PKK-ê de mexdurek yê Ergenekonê me.Bi sedan insan wek min hene.Ev pêvajoya dewletê destpêkirî divê pêşvetir bibe û prosesa efuyek giştî destpêbike. Eger zemînek baş werê amade kirin û rewş destbidê emê tev muhasebeyek vê pêvajoyê bikin.Hingê ez jî û hezaran kesên din jî dê hesab bipirsin.
Li Çîya merc hişkin. Hinek nikarin bersiva jiyana li çîyê bidin û dixwazin veqetin. Lê di vê derbarê de kiryarên PKK-ê gelekî tundin.Ketina nav PKK-ê hesaniye, lê veqetandin gelekî zehmete heta ne mimkine.
Min 30 salî di rêxistinê de berpirsiyariyên girîng kirin. Lê roja ku ez veqetiyam bê ku teredutekî bikin ez xayîn ilan kirim.
Osman Ocalan berdewambûna axavtina xwe de behsa rewşa hinek berpirsiyarên PKK-ê jî dike û dibêje: Di hinek deman de kuştinên navxwe gelek mezin bûne û hinek deman jî kêm bûye.Min hewldida ez îdamkirina nav PKK-ê de rakim. Min digot: Mademkî em dijê idamkirina Ocalanin divê em jî di nav xwe de xelkê nekujin. Sistemek ya hukukê di nava PKK-ê de heye. Girtin,lêpirsîn tiştên bi vî awayî hene. Piştre derdikevin dadgehê û tawanbar bêne dirîn têne idam kirin.Cemil Bayik dixwaze pirsên di nav partiyê de bi tundî çareser bike. Duran Kalkan û Mustafa Karasu jî wek wî ne. Hinek berpirsiyariya me jî heye, lê me ne bi daxwaziya xwe dikir.
Rojevakurd