CîhanRojev

“Ez ji gotina KURDISTAN acizim”

Li Tirkiye siyasetmedar di pirsa Kurd de ne dirûstin. Dema behsa pirsa Kurd dikin rastiya xwe hewldidin veşêrin û bi awayek ku çewe feydeyekî ji Kurda bibînin diaxivin.

Eve demeke serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu di nava refên muxalefetê de derketiyê pêş û Kiliçdaroglu li Tirkiye wek bedîlê Erdogan derketiye holê.

Ji berî çend roja di civînekî de ,hemwelatiyekî ji Kiliçdaroglu pirsî: Gelu tu jî ji gotina Kurdistan acizî? Kiliçdaroglu di cih de bersiva hemwelatî da û got:”Ez jî ji gotina Kurdistan acizim”

Gelo Kiliçdaroglu ji bo çi ji gotina Kurdistanê acize. Ne hewceye ku mirov dirêj bike, Kiliçdaroglu,Kurde inkara xwe dike, di komkujiya Dersimê de tê gotin ku ji malbata Kiliçdaroglu jî hinek kes hatine kuştin. Kiliçdaroglu van tiştan dizane û bi zanebûn dijitiya Kurd û Kurdistanê dike. Kurdistan ji berî her tiştekî navê welatikiye li ser axa wî welatî Kurd dijîn. Qebûl kirin yan jî ne qebul kirina vê yekê ne gelek girînge  ji ber ku ev yek rastiyek xwezayî ye. Nabe ev bibe babetek ku siyaset li ser werê kirin. 

Lê Kiliçdaroglu dikare vê yekê vekirî bêje. Kurd ji vê yekê acizin û dê helwesta xwe jî bidin diyar kirin.

Ji aliyek din ve Kiliçdaroglu dibêje muxatabê pirsa Kurd HDP ye û dewam dike û dibêje “ezê Qendil birûxînim” Kiliçdaroglu  gêj bûye û wek siyasetmedarek ne cihê baweriyê ye. 

Li Tirkiye nexweşiya dijitiya Kurda heye. Di bingehê xwe de Kiliçdaroglu jî ji van nexweşên girane. Ev gotina Kiliçdaroglu zererek mezin dide CHPêbi xwe jî…Eger kesek ji navê Kurdistanê aciz be, ji Kurdan jî aciz e. Rêyek tenê li pêşîya Kiliçdaroglu heye ku doza lêburinê li Kurda bike.

Back to top button