Ez jî bipirsim: Gelo emê bi tev bijîn an rexî hev an jî ji hev cida?
Ez jî bipirsim: Gelo emê bi tev bijîn an rexî hev an jî ji hev cida?
Min bi telefonê jî, ji Ertuğrul Özkök re got: Em nîqaşeke bi xêr pêk tînin.
Em li ser bilind girtina hêlên ku rastî nîjatperestiyê, pişaftinê (asîmîlasyon)tên disekinin ên ku gelo ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd sepandina bilind girtinê hewce ye an na? Ez bilind girtinê diparêzim lê Özkök(Ertuğrul) îtraz dike.
Özkök duh di kulçika xwe de wiha pirs kirîye, ‘Pakê xerîbê Yozgatî yê çawa bibe?’
Min li ser vê pirse jî nivîsand.
Özkök duh di nivîsa xwe de dibêje ku bajarên ku têde Kurd zehfin pirsgirêka Kurd tuneye, li wan bajarên ku Kurda koçkirînê pirsgirêka Kurd heye.
Wisa dixuye ku ez û Özkök ji pirsgirêka Kurd tiştên cida fêm dikin. Ez dîsa jî hewl bidim û riya ortê bibin im û vê pirsê bikim:
Heke armanca me hedefa me, Tirkiye bê pevçûna bi çek bigîhîje aştiya civakê ji bo pêşerojê gelo em Tirk û Kurda çawa bifikirin? Gelo jîyana Tirk û Kurd bi tev, an rexî hev an jî ji hev cida difikirin.
Ez her sê beş jî ji hev gelek cidanin, bîrnekin.
Heke em ê bi tev bijîn ez ê pêşniyarekî bidim, gere em bi hebûna hev re rêzê bigrin, ji bo xeletiyên berê ji hev lêborînê bixwazin yan jî ez hê eşkere bêjim hêla ku hejmara wan pirr e gere dev ji avantajên xwe yên berê berde û di ser de jî ji wan avantaja bi hêlên ku hindikahîne re parve bike.
Ez dixwaz im em bi tev re bijîn.
Heke em li rexî hev bijîn gere em bibinin ku di navbera Kurda û yên din de xesarên paknayî yê bimîne.
Dibe ku Kurd li herêma xweseriya demokratîk li gor berê hê dilşad bijîn jî lê bihaya vê dilşadiyê yê bibe maliyeteke mezin. Çimkî Kurdên rojavayê yên barî rojhilatê bikin ku li gor min evê jî dengeya civakî xirab bike. Ev formül, formula çareseriyê nî ne.
Lê, PKK giraniya xwe dide ser vê formulê û wisa nîşan dide ku xêncî vê riyê, rê tuneye. Baska siyasî ya rêxistinê li gor xwe ‘kongreya damezrandinê’ ava kir û bi vê damezrandinê jî xweseriya demokratîk îlan jî kir.
Tercîha sêyem jîyîna ji hev cida. Ji xwe navê wê jî kifşeye ku tê çi wateyê. Li gor min riya duyem ji xwe di nav demê de yê rêya sêyem jî veke ku em ê ji hev cida bijîn. Ev riya jî ne xêra gele Kurd e ne jî xêra gelê Tirk e.
Heke em bêjin ku em bi tev bijîn lê bila her tişt wek duh bibe piraniyê Kurmanca jî dibêjin ku bi tev nabe em li rexî hev bijîn; lê niha rewşeke wisa tuneye.
Lê heke hûn dibêjin ku em li rexî hev jî ji hev cida jî bijîn gere em berê nîqaşê bidin aliyekî din.
Rewşa xerîbê Yozgatî û dewlemendê Gewerê(Yüksekova)
Ertuğrul Özkök pirseke girîng dike û dibêje: “Rewşa xerîbê Yozgatî yê çawa bibe?”
Belê pirseke dijwar e. Çimkî mirov kengî pirsgirêkên civakî tîne li ser kesekî, wî çaxî ev pirsan derdikevin. Çimkî di asta civakê de min dev jî wekheviya mitlaq berda fersenda wekheviyê jî tuneye.
Belê giştî Kurda dibe ku demeke dirêj e di bin bandora pêpezkirinêye, asîmîlekirinêye lê ji nav Kurda kesên qedir bilind girtî, zimanê û çanda xwe baş zan jî derketin.
Xeribê Yozgatî beriya pirsgirêka Kurd duh jî hebû îro jî heye yê sibê jî hebe. Siyaset gere ji bo wan kesan were kirin bi taybet jî siyaseta çepkir.
Lê heke em mijarê ji mirovan dur binhêrin emê bibinin ku hejmara Yozgatîyên ku dikevîn zanîngehan ji Şirnax’iyan zêdetirin.
Gere em wek pirsgirêka Kurd ji mirova dur bi nerîneke civakî bigrin dest.
Bûûda Meselê yeka din jî heye ku em ditişin xeberdin: Nijatperestî
Min pişti wan nivîsan hinek bertek girtin ku ji wana jî kifşe dibe ku nîjatperestî ji nişke ve derdikeve holê.
Tiştên wisa tên gotin ku girseya hemû Kurda piçûk dibînin, piçûkdixin.
Lê nefikirin ku nîjatperestî bi tene ji hêla Tirka tê. Dijberê wê jî heye ku ez ji Kurdan peyamên destekê li hemberî Tirkan jî digrim û qet şa nabim.
Helbet ji vê pirsgirêka xwe bilind girtinê nîjatperestiyê derketa. Loma gere em nebêjin “ din av me nijatperestî tuneye 80 salê me li ser deriyekî mala Kurda nîşan daneynî.” Gere em çavê xwe yên girtî vekin.
Gere em li ser nîjatperestiyê bi taybet bisekinin, tevdîrên taybetên bigrin. Lê gere em pêşiyê vê pirsgirêkê qebûl bikin.
Îsmet Berkant
http://www.xeberenkurdi.com