Di hilbijartina serokkomarî û parlamentoyê de gelek desttêwerdan û hîle hatin kirin, ray û dengên gelek partîyan hatin dizîn û li xaneya AKP û MHP hatin nivîsandin. Ev yek bi gelek belge û delîlan di medya civakî de hatin belavkirin.
Sedema serketina Tifaqa Komarê ango Erdogan yek jê ev bû.
A duduwan li bajarên erdhejê ku bi deh hezaran kes lê mirin û bi deh hezaran jê koç kirin, ji hejmara bajaran zêdetir deng derketin. Yanî, deng û rayên ne yasayî îxracî wan bajaran kirin.
A sisiyan, di serketina Erdogan û AKP de Erdogan HDP û PKK ji CHP re kir şirîk û propagandayek netewperestî li dijî CHP û Kiliçdaroglu hat meşandin. Ji ber ku civaka Tirk civakek netewperest û dij Kurd e, vê propagandaya netewperestî Tirkên netewperest anî galeyanê û tirsa Kurdan û parçebûna Tirkîyê ket dilê civaka Tirk. Evê yekê bandorek mezin li hilbijartinan û têkçûna Tifaqa Millet û Kiliçdaroglu de kir.
A çaran, di vê hilbijartinê de hema bêjin hemû penaberên Sûrîyê dengên xwe dan Erdogan. Ev yek jî ji bo Kiliçdaroglu peyamek bû. Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu, ev peyama civaka Tirk a netewperest fêhm kir û ji bo gera duyem a di 28ê Gulanê de mecbûr ma ku derkeve pêşberî çapemenîyê û dest bavêje propagandayek netewperestîyê.
Kiliçdaroglu, di axavtina xwe de bi tundî bersiv da tohmet û sûcdarîyên ku Erdogan lê dikirin û got: “Ma tu ne Erdoganê ku bi rêxistinên terorê re gelek caran li ser maseyê rûniştî û li pişt derî danûstendin kirin? Yê ku FETO xwar û mezin kir ma ne tu yî? Ez ji hemû welatîyên xwe re radigihînim. Ez tu carî bi rêxistinên terorê re rûneniştime û rûnanêm jî”.
“Ezê hemû penaberan bişînim malê”
Kiliçdaroglu, piştî gera yekem gotinên xwe yên di derbarê penaberan de hişk kir. Kiliçdaroglu, Erdogan bi “parastina sînor û namûsa welêt” sûcdar kir û got: “We bi qestî zêdeyî 10 milyon penaber anîne vî welatî. We di mazadê de welatîbûna Komara Tirkîyê ji bo ku dengên îthalatê bistînin, firot. Ezê bişînim. Dema ku ez hatim ser desthilatdarîyê ezê hemû penaberan bişînim malên wan”.
Di axavtina Kiliçdaroglu de xuya bû ku heta 28ê Gulanê ewê bi du xalên girîng derkeve pêşberî hilbijêran. Propaganda Netewperestîyê û dijderketina penaberîyê.
Nûçe / Analîz