CîhanRojev

Tewrata herî kevn bi 38,1 milyon dolarî hat firotin

Destnivîsa bi navê David Solomon Sassoon (1880-1942) berhevoka herî girîng û kevnar a nivîsarên cihûyan e. 

Tewrata herî kevn a cîhanê Codex Sassoon, ku bi destnivîsên bi zimanê Îbranî hatiye nivîsandin, di mazada New Yorkê de bi 38,1 milyon dolarî hat firotin. Bi vî awayî, Tewrat, destnivîsa herî bi qîmet e ku heta niha di mazadê de hatiye firotin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê mala mazadê Sotheby’s ve hatiye dayîn de hat gotin ku Tewrat li ser navê rêxistinek Amerîkî hatiye kirîn û ewê diyarî Muzexaneya ANU ya Gelê Cihû ya li Tel Avivê bike. 

Destnivîsa ku berî vê mazadê bi buhayê herî zêde hatibû kirîn, Codex Leicester a Leonardo da Vinci bû. Bill Gates, damezrênerê Microsoft, di sala 1994 de 30,8 mîlyon dolar ji bo xebatê dabû. 

Tewrat (bi tevahî 24 pirtûk) yek ji du destnivîsan e ku li ser bingeha Pirtûkên Deryaya Mirî, ku vedigere sedsala sêyemîn a B.Z. û karê wergêrên Yewnanî yan jî Şerîetzanên Cihû yên destpêka serdema navîn. 

Di heman demê de tê fikirîn ku ev destnivîs ji Kodeksa Lenîngradê kevntir e, nusxeya herî pêşîn a ku ji Nivîsara Încîlê ya Îbranî maye, di destpêka sedsala yanzdemîn de ye.

Back to top button