Polîtîk

Ewrupa dixwaze Barzanî li rola xwe ya pêvajoya aştî de berdewam be

Îro dûşem 07.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hannes Swoboda Serokê Grûpa Sosyal Demokratên Parlemena Ewrûpa kir.

Li hevdîtinê de Serokê Grûpa Sosyal Demokratên Parlemena Ewrûpa ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û serdana xwe ya Kurdistanê bi şerefekî mezin zanî û her wiha sersamiya xwe jî bi avadanî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşanda û ragihand ku pêşketina Herêma Kurdistanê destkeftekî mezine ku li rêya aştî û bi serkirdayetiya Serok Barzanî hatiye holê. Serokê Grûpa Sosyal Demokratên Parlemena Ewrûpa eve jî xisterû ku peyama Kurdistanê bi Ewrûpa digihîne ew jî peyama xelkeke ku bi serkeftî bingeha welatekî pêkanîne her çende siyadeya wan jî tûne lê belê modêleke li serkeftina gelek. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste Yekîtiya Ewrûpa peywendiya dîplomasiya xwe li gel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatin û spasiya Serokê Grûpa Sosyal Demokratên Parlemena Ewrûpa kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşxistina peywendiyên li gel Ewrûpa dike. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka siyasiya Iraqê û êş û janên gelê Kurd ji Iraqê kir û di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda balkişand li ser wê yekê ku dewleta Iraqê li ser bingeha şeraketiya dû neteweyên serekiyê Kurd û Ereb pêkhatiye, lê belê bi mixabinî Hikûmetên Iraqê vê binemayê binpêkirin û hewl dan xwe bikin destbilind û got: “Kêşeya niha ne ya neft û gaz û budçe ye. Kêşeya serekî eweye ku Kurd dixwaze li gel Iraqê da şerîk bê lê belê ew dixwazin ew bi xwe hukimran bin û Kurd paşko û pêvek bê”. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku piştî wan hemû qurbanîdanan gelê Kurdistanê ne amade ye bibê pêvek û paşkoya tu kes û aliyek.

Pêvajoya aştî li Tirkiye û pêşveçûna doza Kurd li vî welatî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serokê Grûpa Sosyal Demokratên Parlemena Ewrûpa spasiya hewlên Serok Barzanî yên ji bo yarmetîdana pêvajoya aştî li Tirkiye kir û daxwaz jî kir ku Serok Barzanî li wê rola bi bandor ku li pêvajoya aştiya Tirkiyê da heye berdewam bibê.

Back to top button