CivakPolîtîk

Ew tenê derewan dikin û dizanin dawiya wan hatiye

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje PKK hatina DAIŞê bo Şingalê wek derfetek bikar anîn, lê niha ti çeper di destê wan de nemaye û hemû di destê Hêzên Pêşmerge de ne, herwiha ew dizanin ku dawiya wan li Şingalê hatiye û derxistina wan piştî nemana DAIŞê pir hêsan dibe.Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Hêzên Pêşmerge li zêdetirî 70 km li Şingalê di şerê DAIŞê de ye û çend navçeyên me mane ku em rizgar bikin, lê gelek xelkê me di destê DAIŞê de mane û nehatine rizgarkirin, herwiha gelek xelkên me di kampan de ne, eger ne ji van sedeman ba, me nedihişt PKK ku bê bajarê me û bêje em ji Şingalê dernakevin, ji ber ku em rê nadin careke din Şingal bikeve destê hêzeke din de jibilî Hêzên Pêşmerge.”Qasim Dirbo amaje kir ku, PKK hatina DAIŞê wek delîve ji xwe re bikar anî da ku Şingalê dagîr bike û xelkê bi derewan ji ser rê bibin û zarokan bixapînin, ew dizanin ku em di şerê DAIŞê de ne, lê tên ser televizyonan û dibêjin em ji Şingalê dernakevin.Dirbo da zanîn ku, beriya niha hin çeper di destê PKKê de hebûn, lê niha di destê Hêzên Pêşmerge de ne û niha ew tenê derewan dikin û dizanin dawiya wan hatiye û her dema ku DAIŞ nemîne ew jî namînin û nemana wan pir hêsan dibe. 

Back to top button