Ew kefiya sor nîşana Kurdeweriyê!…
Li ser xaka Kurdistanê rojên dîrokî tên nivîsandin. Li Rojava – têkoîna bêhempa ku bala Kurdistanê, dilê Kurdistanê kişandî ser xwe Li Rojhilat û amadeyiyên berzkirina têkoşîna rewa û şoreşvane, amadeyiyên şoreşa Kurd / Kurdistan di qadak bildintir de¦ Li Başûr amadeyiyên yek ji girîngtirîn bûyerên di dîroka Kurd / Kurdistanê de û Kongreya Neteweyî ya Kurdistan¦
Li Bakur û li gel van bûyerên dîrokî, herweha rûdanek girîng, ku dibe yekem car di di dîroka Komara Tirkiye û Bakur Kurdistanê piştî salên 1920an yekem car pêk tê! Vekirina Balafîrgeha şirnexê bi navê têkoşerek doza Kurd / Kurdistanê û şerafettin Elçî.
Di nav van rêzên yekem de: Ez vê bûyera dîrokî ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û li gelên herêma Botan, li damezger û hawîrdora PDKyiyan li Bakur ku Mam şerafettin heta dawiya jiyana xwe li ser wê xetê û, li gelê Kurd pîroz dikim!…
Herweha di merasima vekirina Belafîrgeha şerafettîn Elî li bajarê şirnex de, bûyerek/ rûdanek, bi xêzên qalind di mêjiyê min de cîh girt.Ez ji vê rûdanê dilgirî bûm û gava min dîtî malbatên şehîdên Roboskî di mêza iftarê beramberî Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayip Erdogan de, bi cilên Kurdî yên deverê û KEFIYA SOR rûniştî!
Min herweha bihîst û agahdar bûm ku di destpêkê de malbatên şehîdên Roboskî, ne xwestin e li ser mêza iftarê ya Serokwezîr Erdogan rûnin, Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) birêz Selahattin Demirtaş ew ikna kirin e.
Lê, gava ew wêne min dîtî: Min di dilê xwe de, Min di hişê xwe de got: Carek din, neyarên / nehezkirên Kurd û Kurdistanê nikaribin hesta Kurd bişkinin!
Malbatên Roboskî û bi wê KEFIYA SOR ku nîşana Kurdeweriyê ya herî berz e.. Nîşan / Rengê têkoşina bêhempa di bin Serokatiya Barzaniyê Nemir de ye..li ser mêza Serokwezîrê Tirkiye diyarî wî jî kirin. Em Kurd in û Serbilind in, li ber tade, neheqî û nenaskirina we tu caran ser netawînin!…. Ew û KEFIYA SOR – rengê me ye û em hilgirên wê rêya rewa, mafparêz û Kurdewer in!….
Stockholm, 27 Tîrmeh 2013
Cemal BATUN