Duhi heserokê HDPê Mithat Sancar di civîna fraksiyona partiya xwe di parlementoyê de axavtinek kir. Sancar jî behsa operasyona Garê kir. Ji ber ku di rojeva siyasî de operasyon hebû û hemû partiyan giranî di civînên xwe de behs vê pirsgirêkê kirin.

Sancar dema behsa kuştina dîlên di destê PKKê de kir, ber bi zehmetiyekî ve gotinên xwe kar dianîna. Sancar got ku, ev kiryar komkujiyeke. Yanî Sancar xwest vekirî bêje PKKê komkuji kiriye û hemû nirxên navnetewî di vê derbarê de binpê kirine. Herweha da xûyakirin ku ev kiryar ne li gora huquqa navnetewî ye.

Berdewamiya axavtina xwe de sancar got ku, divê rastiya meseleyî bê zanin û pêwistiya me bi rastiyê heye. Ev rewşa dîla nayê qebûl kirin. Em vê yekê şermezar dikin.Şermezar kirin bi tenê têrê nake, eger rastî dernekeve holê, em nikarin edalet û aşîtiyê pêkbînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: