CîhanRojev

Ev demeke Hakan Fîdan û Alî memlûk dicivin

Hat ragihandin ku Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan di van çend hefteyên dawî de bi hemtayê xwe yê Sûriyeyî Alî Memlûk re çend hevdîtin hevdîtin pêk anine.

Reuters’ê li ser zarê 4 jêderên cuda belav kir ku normalîzebûna navbera Tirkîyê û Sûrîyê dibe ku çarenûsa şerê ku ev zêdetirî 10 sal in li Sûrîyê berdewam dike biguherîne.

Çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Sûriyê daxûyakirin ku, civîna dawî ya vê hefteyê navbera Hakan Fidan û Alî Memlêk li paytexta Sûriyê Şamê pêk hat.

Du jêderên Tirkî yên ku ji ajansê re axivîn diyar kirin ku Fîdan û Memlûk li ser çawaniya hevdîtina wezîrên derve yên her du welatan axivîn.

Çavkaniyekî Tirkî got ku Rûsya vê dawiyê beşek ji leşkerên xwe ji Sûriyê veguhestiye Ukraynayê û ji Tirkiyê xwest ku “têkiliyên xwe bi Şamê re pêş bixe û çareseriya siyasî li Sûriyê bilez bike”, di heman demê de Tirkiyê leşkerên bi piştevaniya Îranê li navçeyên ku Rûsya jxwe jê vekişandî cih bûne û Tirkiye naxwaze Îraniyan li wan ciha bibîne.

Piştî aloziyên ku di sala 2011an de li Sûriyê dest pê kirin, pêwendiyên Enqere û Şamê xerab bûn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serokê Sûriyê Beşar Esed wek “terorîst” û Esed jî Erdogan wek “diz” bi nav kir.

Lê di van demên dawî de lîder û wezîrên derve yên her du welatan daxuyanî dan û diyar kirin ku dibe ku têkiliyên her du welatan normal bibin.

Back to top button