
Operasyonek li Stanbulê de 4 kes bi tuhmeta casusiya Îranê hatin girtin.Ev 4 kes hemwelatiyên Îranêne û bi tohmeta casusiya leşkerî hatine girtin. Li gel wan gelek cîhazên guhdanê û pasaportên welatên cuda hatine girtin.
Berpirsê ewlehiya Stanbulê di vê derbarê de daxûyaniyek belav kir û dibêje: Hinek agahdarî hatin ku, jin û mêrek Îranî li gel 2 kesên din kaçaxiya mirova dikin û bi belgeyên sexte xelkê derbasî Tirkiye dikin.Endamên asayîşa Stanbulê ev kes şopandin û 12ê Îlonê de dest operasyonê kirin.
Di encama operasyonê de 4 kes hatin girtin, hat kifşkirin ku ew ji bajarên cuda yên Îranê demên cuda de derbasî Tirkiye bûne.
Kesên tohmetbar ji aliyê dadgeha Stanbulê ve bi tohmeta casusiya Leşkerî hatin girtin û ew rêkirin girtigehê.