Civak

Ev çi kîn û nefret e..

Li Tirkiye bajarê Kutahya li navçeya Emet, hinek kurdên ji bajarê Wanê ji bo kar bikin û debara malbata xwe bikin di avakirina xaniyan de kar dikiran.

Du karkerên kurd ji bo hinek pêdiviyên xwe çûn bazara bajêr .  Hinek kesên ku dizanina ew kurdin bela xwe li wan dan û xwestin şerê wan bikin. Gencên kurd vegeran cihê ku lê kardikiran.

Piştî demekî zêdeyî 500 kesî kom bûn û bi kevir û daran êrîş birin li ser karkerên kurd. Polisan bi zorî ew karker ji destê wan nijadperestan parastin. Hat îdia kirin ku karkeran alayê PKK hildane.

Lê kesek bi navê karkeran ji medyayê re da xuyakirin ku, wan tu al hilnedane û ew tenê ji bo debara xwe bikin hatine vê welatî û kar dikin.
Herweha karkeran dan xuyakirin ku, sedema êrîşkirina wan tenê pirsa nijadperestiye. Cihê ku karker lê diman hemû hate şewitandin û xirab kirin. Karker rêkirin bajarên wan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button