Ev bank dê zêdetir alîkariya geşekirna çalakiyên darayî bike

Li Hewlêrê, bi beşdariya Serokwezîr, konsulê Brîtanya li Hewlêrê, hejmarek ji wezîrên hikûmetê, rêveberên banka Standard Chartered a birîtanî,  Standard Chartered hat vekirin.

Di rewrisma vekirina bankê de, rêveberê banka Standard Chartered li Rojhilata Navîn, Afrîqa û Amerîka Fî Şankar axaftinek kir û diyar kir, eger piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê neba wan nikarîbû liqa xwe li Hewlêrê vekin û da zanîn, banka wan zêdetirî 150 sal e hatiye damezirandin û ev cara yekê nîne tên Iraqê lê ji ber ku dizanin dê serkeftinê bidest bixin liqa xwe li Hewlêrê vekirin.

Şankar anî ziman ku banka wan dê bibe piştevaneke mezin a pêşxistina aborî û berhemanîn li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî axaftinek kir û ragihand, ew ji wê kêfxweş in ku banka Standard Chartered liqa xwe li Herêma Kurdistanê vekiriye ji ber wê jî spasiya balyozxane û konsulgeriya Brîtanya li Iraq û Hreêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha destxweşî li Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê jî kir ji ber piştevanîkirina vê projê.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ti sektoreke aborî di mecên niha yên cîhanê de nikare bi tenê serkeftî be ji ber wê jî divê bi xelekên din ve bê girêdan û ragihand, hebûna banka Standard Chartered li Kurdistanê dibe alîkar da ku Kurdistanê derbasî nav bazarên cîhanî bibe, bi taybet bankên giştî ku di dema borî nekarîn rola xwe baş bilîzin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê Kurdistanê niha ketine qonaxek din û ew jî avakirina zêdetir a darabî, bankî û moderkirina sîstema aborî ye û wiha axivî: “Ev bank dê zêdetir alîkariya geşekirna çalakiyên darayî bike li Herêma Kurdistanê…”

Nêçîrvan Barzanî bang li welatiyan û bazirganan jî kir ku sermiyan û serwerta xwe bi baştirîn şêwe bikar bînin û diyar kir, di vî warî de banka Standard Chartered dikare alîkar bibe.

Serokwezîr Barzanî piştevaniya xwe bo banka Standar Chartered û hemû wan bankên navdewletî yên dixwazin li Kurdistanê kar bikin, anî ziman.

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê Hiyû Îvanz jî axaftinek kir û ragihand, vebûna liqa Hewlêrê ya banka Standar Chartered dê bibe sedema bihêzbûna pêwendiyên aborî yên Herêma Kurdistan û Brîtanya û da zanîn, niha zêdetirî 120 şîrketên brîtanî li Herêma Kurdistanê hene.

Konsulê Brîtanya eşkere kir ku aboriya Kurdistanê bi rêjeya 10% geş dibe û got, her çiqas Herêma Kurdistanê li nav Iraqê de ye lê di rewşek aram de dijî.

Liqa Hewlêrê ya banka Standar Chartered a brîtanî, dibe 74emîn bankên taybet li Kurdistanê ku sermiyan wan bi giştî 18 tirîlyon û 500 milyar dînar.

Li gorî qanûnên Iraqê, her banka ku bixwaze li Iraqê kar bike divê herî kêm 250 milyar dînar sermiyana wê hebe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: