PolîtîkRojev

Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike..

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’ de gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike” û got jî, “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve 100 sal e zordarî tam kirine, mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”

Gotara Serok Nêçîrvan barzanî:

Amadebûyên birêz…

Sipêde baş…

Hemû aliyek bi xêrbên…

Di destpêkê de dixwazim spasî rêkxerên vê konferansê û kedkarên wê bikim, hêviya serkeftinê ji bo wan bi xwe û rasparde û encamên baş ya konferansa wan dixwazim.

Dibe ku pêwîst neke biçim ser rewşa hemû aliyaneya sed saliya pêştir ku têda Iraq û dewletên navçeyê, çawa û bi çi awayeke nesirûştî, bêyî li berçavgirtina xwest û mafên gelê Kurdistanê, damezran. Eve ji bo birêzan pîsporan û beşdarên konferansa we bi cîh dihêlim.

Bêguman gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve, eve sed sale gelek êş kişandine! Mixabin piştî sedsalek jî hê jî gelê Kurdistanê her gîrodeyê bi destanîna mafên xwe ye. Wekî çawa herdem tirsa wê ji berê hebû, îro jî hê jî tirsa wê ji niha û ji paşerojê jî heye!

Iraq, wate welatê pêkhatan. Her li destpêka damezrandina wê ve ji sê wîlayetên Mûsil û Bexda û Basra pêkhatiye. Ew sê wîlayet li gor hilkeftina cografî û pêkhatê kultûrî ji hev cûda bûn. Kurd li Bakûr, Sunne li navîn û Şîe li Başûr. Li gel evan da jî çendîn pêkhatên dinê olî û neteweyî li Iraqê da hene. Iraq welateke fireh netewe û fireh oliye.

Bi nêrîna min kêşeya serekiya Iraqê wekî her welateke fireh netewe û fireh mezheb, pêkhatiye ji kêşeyên li ser desthilatê. Ewe diyardeyeke siruştiye ku li welateke wiha de aliyên siyasî nêrîn û rayên xwe yên cûda hebê. Ewe dema dibê girift ku aliyek bixwaze nêrîna xwe li ser hemû aliyên din da bisepêne, yan ji bo yek alîkirina kêşeyan, hêvî ji bo bikaranîna hêz yan sizaya wam bibe, rêk wekî ewê herdem li Iraqê de rûdaye.

Birêzan…

Her li destpêka damezrandina dewleta Iraqê li sala 1921 ve, li Bexda eqliyeta hêz hakim buye ku ew hemû karesat û êşên li ser vî welatî da anî! Iraqeke gelek dewlemend bi samanên xwezayî, dewlemend bi samanên mirovî, dewlemend bi pêkhateya neteweyî û olî û fireh kultûrî, li pêgeheke cografya stratejî da, eger ew eqliyete nebûya, niha yek ji welatên bihêzên navçeyê dibû!

Sed sale li Iraqê heman şaşî tê dûbare kirin. Wane ji ezmûna tehl û şikesta piştî şikestê, li şerê piştî şer û li wan hemû bac û malwêraniyan wernagrê ku gel û pêkhatên Iraqê dîtine! Ji bo çi di demek da em li Iraqê dikarîn dewleteke bihêz û pêşketî bîn, dibîne yek ji xeraptirînê wan?! Damezrawe û saziyên wê felç dibin, bajarên wê dibin metirsîdartirîn bajarên cîhanê ji bo jiyanê, welatiyên hê jî li nebûna xizmetguzariyeke zêdeyê destpêkî bêbeşin!

Xelkê Iraqê hêjayî jiyan û niha û paşerojeke gelek baştirin! Jiyanek hêdî hêdî êş û azarên berê bipêçê. Bi hêviyê ve ber bi paşerojê hengav bavêje. Eve bi rastbînî û bi xwendina rast û bi têgihiştin û nêrîneke nû ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê tê kirin. Bi eqliyeta zorîne û kêmîne, bi dirustkirina mîlîşiya, bi rawestandina damezraweyan, bi hejmûna tayfegerî, bi gefa şerê navxweyî û hizra tengê serdestiyê, bi tu awayekê eve pêknayê!

Desthilatdarên li Iraqê nabê êdî esîrê destê pêşerojeke tehl bin! Ji bo ku Iraq bibê welatê hemuyan, bibê welateke aram û avadan û pêşketî, bibê hêviya jiyanê ji bo nifşên niha û paşaerojê, divê em hemû bi wêrekî û curetê ve şaşiyên berê qebul bikin û xwest û hewesa xwesepandin û çendbarekirina berê, dev jê berdîn. Aramiya Iraqê, peywendî bi aramiya navçeyê û cîhanê ve heye.

Mînak û ezmûna tehl doh e, gelek dûr nîne! Eger Iraq aram nebê, navçe jî aram nabêt! Iraq aram nebû, Da’îş ji dayik bû! Eger hîç neguherî, kêşeyên Iraqê neyên çareser kirin û heman şaşiyên siyasî û îhmalkirina pêkhatan, heman eqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam bê, bêguman sibê Da’îşeke din ji dayik dibê, heman çîrok, xeraptir dûbare dibe. Wê hingê jî asayîş û aramiya navçeyê û cîhanê jî dikevê metirsiyê!

Kod û Kilîla çareserkirina kêşeyên Iraqê, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistane li gel Bexda. Sed sale Bexda naxwaze kêşeyên gelê Kurdistanê çareser bike, sed sale Iraq nearame! Sed sale hemû şiyan û dewlemendiyên Iraqê, ji bo kirîna çek û şer têne xerc kirin û ji bilî li malwêranî û karesat û êşên bê rawestan, tişteke din ji bo Iraqê pêkneaniye!

Ewê dixwazim bibêjim eweye: Aramiya Hewlêr û Bexda bi pêkve hatine girêdan. Hewlêr û Bexdayê aram, wate Iraqeke aram ji bo xwe û ji bo rojhilata navîn. Ji bo wê yekê civaka navdewletî jî erk li sere û divê yarmetiya Iraqê bide ji bo çareserkirina kêşeyên wan.

Birêzan…

Li Iraqa nû de, Kurdistan herêmeke federalî destûriye. Herêmeke federalî, wate pêkhênereke Iraq wekî dewleteke federal. Federalîzm ji bo me li Herêma Kurdistanê dû wateya xwe heye: Yekem, wate hevbeşî li damezraweyên dewletê da, li desthilata darayî, serbazî û siyasî da. Duyem wate dabeşkirina desthilat li rûyê cografiyê ve. Ewe krokiya federalîzme ku li rastiya nû ya Iraqê da destûrê çespandiye.

Ku dibêjîn Kurdistan piştî rejîma berê xwewîstane wekî herêmeke federal buye beşek ji Iraqê, wate divê hevbeşeke rasteqîne bê li dewleta federalî da. Beşdareke rasteqîne li desthilat da bi hemû formên xwe ve ku min behs kir divê hebê. Eve mîsogeriyeke aram û mîsogeriya yekparçeyî ya Iraqa nû ye. Wate çareseriya rîşeyî ji bo kêşeya serekî li Iraqê da, pêkhatiye ji hevbeşî û beşdarîpêkirina hemû pêkhatan li desthilat û li dirustkirina biryaran da.

Her pêkhateke Iraqê erk dikevê ser milê wan, lê belê erkê serekiyê hemû pêkhatan li Iraqê da pêkhatiye ji çespandin û karpêkirina destûr. Em wekî Herêma Kurdistanê, hemuyan vedixwînîn ji bo bi cîhkirin û çespandina destûr û federalîzmê. Erk û maf beranber hevin, eger desthilata federal li Bexda mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bide, Herêma Kurdistanê jî erkên destûriyên xwe gelek bi başî ve bi cîh dike.

Em, gelê Kurdistanê û pêkhatên Iraqê me rêyeke dûr pêkve derbas kiriye, hewraz û nişêviyê me dîtine, dijwariyeke zêde me derbaskiriye, li heman demê de ji bo me hemûyan zelal buye ku Iraq yê hemû pêkhatan wê ye, ji bo wê yekê naguncê û serkeftî nabê tenê yek pêkhate bixwaze hukmê Iraqê bike û pêkhatên din îhmal bike. Rejîmên berê wê rêyê ceribandin û şikestê xwarin, baca wê jî hemû gelên Iraqê da.

Niha jî piştî wan hemû ezmûn û serpêhatiyên tehl, peyama Herêma Kurdistanê li Iraqa Federal da, pêkhatiye ji peyama aştî û tebayî û pêkvejiyanê. Vexwendinê ji bo hemû hêz û aliyên Iraqiyan dikim ku em hemû pend ji berê werbigrîn û pêkve bi nêrîn û têgihiştin û hizreke vekirî hevbeşiyeke nû li kêşeyên welat û çareseriya kêşeyan binêrîn û çareser bikîn! Ezmûn selmand ku diruşm bi tenê, hîç kêşeyek li vî welatî da çareser nake! Divê bi rastbînî û bi xwendineke rast li kêşeyan binêrîn û çareseriya wan peyda bikîn!

Peyama me li Herêma Kurdistanê pêkhatiye li komkirina hemû hêzan ji bo girêbest û qonaxeke nû li Iraqê, ji bo zêdetir xizmetkirin û ferahemkirina jiyaneke hêja ya bi welatiyan. Proseyeke çareserî ku hemû têda serkeftî bin û aştî û aramî li gel xwe da pêkbîne, pêwîstî bi me hemûyane, bi piştrastiyê ve kes jî li vê proseyê da zêde nîne.

Li Iraqa nû da, divê piştrastî û bawerî hebê! Ji bo çareseriyê, divê her yek ji me hengavek zêdetir biçîn pêşve. Piştrastî û baweriyê ava bikîn heta hemû pêkhatan hest bi aramî û bexteweriyê bikin, bi zorîne û kêmîne ve, bi Kurd û Ereb ve, bi Turkmen û Aşûrî û Siryan û Kildan û Ermen ev, bi misilman û Kiristiyan, bi Şîe û Sunne, bi Êzdî û Kakeyî û Sabîe û hemû ol û neteweyên li Iraqê da. Bawerî, aramî û vedigerê.

Birêzan…

Ji bo rojhilata navîn jî her wiha ye. Gel û netewe û ol û mezheb û taîfe û bîr û nêrînên cûda li navçeyê da hene, lê belê cografya û dîrokeke hevbeş me hemûyan komdike. Dîroka berê pêkhatiye ji çewsandin, înkarkirin, redkirin, bêbeşkirin û bikaranîna zebr û zeng, eve girêya kor ya aloziyan dirust kiriye ku êdî divê bê vekirin! Lê belê li encama eve da kî qazanc kir? sed sale şer û aşûb û alozî, bi ruyê navçeyê û civak û gelên navçeyê bernedaye!

Redkirin û înkara şunas û nasname, êdî çi nasnameya neteweyî bê, çi olî, çi mezhebî, taîfî, regezî yan her nasnameyek bê, nerazîbûn û karvedan lê dikevê û serî dikêşê bo şer û malwêraniyê. Guhertinên serdemî, pêşketinên cîhana nû û berjewendiyên wan, ewe diselmênin ku çareseriya kêşeyan, êdî bi rê û wê metoda kevin nayê kirin.

Divê em hemû li Rojhilata Navîn rêyek ji bo pêkvejiyanê, hevdû qebûlkirin, lêborînî û hevbeşiyê peyda bikin. Berjewendî û sîstema aborî û emnî ya hevbeş li navçeyê dirust bikîn ku em hemû têda serkeftî bîn û pêkve bi aştiyê de bijîn.

Pêkvejiyana aştiyane bingeha paşerojeke geş ya Rojhilata Navîne. Girînge dîrok û pêşeroj tenê ji bo pend û wane wergirtinê bê û êdî li dîrokê da nejîn! bila li vir, li Iraqê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhan, mirovayetî, me hemûyan kom bike.

Li dawiyê de, hêvîdarim îro ku ev pîsporên birêz ji bo me behsa dîroka Iraqê dikin, komek waneyên bi sûd bînin bîra me û bikarîn sûd ji wan werbigrîn ji bo paşerojê. Paşerojek ku ji bo me hemûyan bê û me hemûyan têda bawerî hebê, piştrastî û bextewerî ji bo me hemû aliyek pêkbîne.

Spasiya we dikim, ji bo we hêviya demeke xweş dixwazim. Gelek spasiya we jî dikim ku bîhna we firehbû, spas ji bo hemû aliyek, spas ji bo rêkxerên vê konferansê.

Bi xêr û xweşî…

Back to top button