Cîhan
Eşîr li dijê hêzên ewlehiya Iraqî çekan radikin
Rewşa bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê bi temamî têkçûye û îro 28.11.2019ê hejmarek xwepêşander bi guleyên hêzên ewlehiyê û leşkerên Iraqê ve hatin kuştin.
Hikûmeta navxwe ya Zîqarê biryar da hatûçûnê li sînorê parêzgehê qedexe bike, ku rewşê aram bike.
Herwaha li gor Sky Newsê şêx û rûspiyên eşîreta El Xezî daxwaz ji ciwan û zilamên eşîreta xwe kirine çek rakin û berê xwe bidin qadên xwepêşandanê yên naverasta Nasiriye, ku xort û ciwanên wan biparêzin, ku beşdarî xwepêşandanan kirine.
Rakirina çek a wê eşîreta Nasiriye li hember hêzên ewlehiyê û leşkerên Iraqê wek pêşhateyekî metirsîdar li başûrê Iraqê tê pênase kirin. bi taybet berî naha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hişyarî dabû li hember metirsiya şerê navxwe li welat.