Esed razî ye ku pêşmerge bikevin Rojavayê Kurdistanê

 Parlementerê kurd yê parlementoya Sûriyê, Umer Osê, ku weke kesekî nêzîkî Beşar Esed tê naskirin, niha bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye. Osê di hevpeyvîneke bi Rûdawê re eşkere kir ku ji bo berpirsên kurd hinek peyamên Esed pê re hene û got “Esed razî ye ku pêşmerge bikevin Rojavayê Kurdistanê.” Osê partiyên Rojavayê Kurdistanê jî rexne dike û dibêje ku wan şaştî kirin dema ligel Beşar Esed rûneniştin. Osê berevaniya xwe kir ku bi wê yekê tê tometbarkirin ku girêdayî dezgeha sîxuriya Sûriyê ye û got: “Ez bi eşkere bi dezgeha sîxuriyê re rûdinim, lê hinek berpirsên kurd hene bi roj neyartiya rejîmê dikin û bi şevan jî pê re rûdinin.”

 

Rûdaw: Tu çawa bûyî endamê parlementoya Sûriyê?

Umer Osê: Ez berendamê serbixwe bûm li Şamê û min karîbû 130 hezar dengan bînim û min weke berendamekî serbixwe dengên herî zêde bi dest anîn. Niha jî li parlementoya Sûriyê serokê komîteya aştiya welatî me, ku yekemîn car e Kurdek li parlementoya Sûriyê dibe serokê komîteyekê. Herwiha piştî 23 salan yekemîn car e Kurdek dibe endamê parlementoya Sûriyê. Tenê li Şamê 43 hezar Kurdan dengên xwe dan min, ewên din jî ji ber ku ev 30 sal in ez li Şamê dijîm, xelkên Şamê dengên xwe dan min.

Çend Kurd li Şamê hene?

Milyonek Kurd li Şamê hene.

Hejmara Kurdan li Sûriyê çend e?

Heta niha ti serjimêriyeke hûrbîn nîne. Lê li Şamê weke min got milyonek, li Cizîrê milyonek, li Efrîn û Kobanê û Heleb û Hesekê jî milyonek kurd hene. Bi giştî sê milyon Kurd li Sûriyê hene.

Çawa bû ku di vê demê de hûn hatin Herêma Kurdistanê, ku Amerîka amadekariyên êrişeke leşkerî li ser Sûriyê dike?

Par jî, beriya ku Mam Celal nexweş bikeve, ez hatim Silêmaniyê û 8 rojan mêvanê Mam Celal bûm. Niha ez li Hewlêrê me û min xwest Kurdistanê bi tevahî bibînim. Dixwazim serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bibînim û wî jî qebûl kiriye ku em bi hev re rûnin.

We di vê demê de Beşar Esed dîtiye?

Di van du mehan de min ew du caran dît. Ew agahdar e ku min serdana Herêma Kurdistanê kiriye û kêfxweş e jî bi vê serdana min.  Di vê serdanê de, ezê rewşa Sûriyê ya rastî ji bo berpirsên Herêma Kurdistanê ronî bikim. Ji ber ku ez cihê me ji serkirdeyên kurd li Sûriyê û baweriya min jî ji baweriya wan cuda ye. Dixwazim bêjim ku rast e Kurd doza demokrasiyê dikin, lê bi hevdu re qet jî ne demokratîk in.

Nêrîna Beşar Esed derbarê Kurdên Rojava de çawa ye?

Serok Esed hê ji pêşî de artêşa Sûriyê agahdar kir ku Kurdan nekujin û şerê wan nekin. Niha rola Tirkiyeyê pirr xerab e li hember Sûriyê û Kurdên Sûriyê jî, hevkariya komên terorîstî dike, da ku Kurdan bikin armanc. Hemû armanca Tirkiyeyê ew bû ku Kurd li Sûriyê derbider bin, weke çawa niha tên Herêma Kurdistanê. Herwiha şerê Kurd û Ereban rû bide. Lê pirr baş bû ku hêzên YPGê yên girêdayî PYDê karîbûn rê li ber wan komên terorîstî bigirin, ku dixwazin Kurdan bikujin.

Esed qet doz kiriye ku berpirsên kurd bibîne?

Erê, beriya sal û nîvê firoke jî şand firokexaneya Qamişloyê, da ku serkirdeyên kurd herin Şamê û pê re rûnin. Lê berpirsên kurd şaştiyeke dîrokî kirin û ew doza Esed red kirin. Wê çaxê berpirsên kurd digotin du sê heftiyên din Esed wê bikeve, emê çima pê re rûnin.

Niha şaştiya duyem ku berpirsên hinek partiyên kurdî dikin ew e ku ligel opozisyona sûrî dibin yek. Ev şaştiya herî mezin e ku dikin, ji ber ku rejîma niha ya Sûriyê bi serokayetiya Esed sed caran ji opozisyona sûrî ji bo Kurdan baştir e. Di berjewendiya Kurdan de ye ku Esed bimîne.

Beriya salekê Beşar Esed bi fermî daxwaz ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku serdana Şamê bike, lê Barzanî ev daxwaza wî red kir. Gava te Esed dît, di vî warî de çi digot, ne dilgiran bû?

Serok Esed baş dizane ku rewşa Kurdistanê çawa ye û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiye, Amerîka û Ewropayê hene. Esed rêza van pêwendiyan digire. Lewma bêguman ne dilgiran bû.

Lê Sûrî heta niha ne amade ye ku Mesûd Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê vexwînî, lê belê dixwaze wek serokê partiyekê bê dawetkirin.

Min bi xwe ev pirs ji birêz Beşar Esed kir û min got çima hûn pêwendiyê bi Herêma Kurdistanê re nakin. Serok Esed jî got rast e, berê, beriya ku rejîma Saddam têk biçe, me nikarîbû wek serokê Herêma Kurdistanê bangî wî bikin, ji ber ku eger me ev kar kiriba, rejîma berê ya Iraqê radibû. Lê niha kêşeya me nîne û em amade ne weke serokê Herêma Kurdistanê bangî wî bikin. Piştre wî dozdarî ji bo Barzanî şandibû, wek serokê Herêma Kurdistanê doz lê kiribû ku ew serdana wî bike, ne ku wek serokê PDKê.

Beriya ku hûn serdana Herêma Kurdistanê bikin, Esed ti peyam da we ku hûn bigihînin berpirsên Herêma Kurdistanê?

Esed ji min re got ku tu çûyî Herêma Kurdistanê, ji berpirsên Kurdan re bêje, qet em ne dijî Herêma Kurdistanê ne, lê belê em dostên hev in û di yek xindeqê de ne. Herwiha got ji wan re bêje eger Sûriya bikeve, wê bi dû Sûriyê dora Îran bê û bi dû Îranê jî dora Herêma Kurdistanê tê.

Helwêsta Esed li ser wê yekê çi ye ku Herêma Kurdistanê alîkariya hinek partiyên kurdî yên Rojava dike?

Bi rastî serok Esed ji helwêsta herdu serokan Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî gellekî razî ye. Ti kêşeya wî di vî warî de nîne. Di vê serdanê de, eger ligel Barzanî rûniştim, nêrînên Esed û hinek babetên din jê re dibêjim ku nikarim li vir eşkere bikim.

Ti peyameke diyarkirî ji Beşar Esed bo Barzanî hebû?

Doza Esed wiha ye ku Barzanî rola xwe bibîne di nêzîkkirina Kurdên Rojava û hikûmeta Şamê de. Esed dixwaze pêwendiyên wî yên baş ligel Barzanî hebin. Niha razî bûye ku hinek mafan bide Kurdan. Wek xwendina bi zimanê kurdî li zanîngehan, pêdana nasnameyê, vekirina kanalên ezmanî yên kurdî, radyo û çend mafên din ên rewşenbîrî.

Di nêrîna te de rejîma Esed hildiweşê?

Rejîma Sûriyê xurt e. Esed jî naçe. Eger herê wê şerê navxweyî li Sûriyê derkeve û wek dewletên balkanî lê tê. Lewma bûna Esed pêwîst e û 75 ji sedî ji xelkên Sûriyê bi Esed re ne. Niha sed dewlet şerê Sûriyê dikin û hê jî rejîma Sûriyê xurt e.

Derbarê koçkirina Kurdên Rojava bo Herêma Kurdistan û navçeyên din de Esed û hikûmeta Sûriyê çi dibêjin?

Dewleta Sûriyê ji koçkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne berpirs e, lê grûpên çekdar û hinek aliyên kurdî li Kurdistana Sûriyê berpirs in.

Ev aliyên kurdî kî ne?

Ne pêwîst e navê ti aliyekî bêjim. Lê dibêjim ku karakterê giştî yê Kurdên Rojava li dijî partiyên kurdî ye li Sûriyê, tevî PYDê jî.

Tê gotin ku rejîma Sûriyê arîkariya çekdarên YPGê dike?

Na. Ne tiştekî veşartî ye ku niha tevaya çek û arîkariyên çekdarên YPGê di Herêma Kurdistanê re tên û her kes vê yekê eşkere dizane.

Niha Kurd doza federasyonê li Sûriyê dikin. Esed vê qebûl dike?

Serok Esed ligel îdareya xwebixweyî ye ji bo Kurdistana Sûriyê.

Beriya demekê PYDê ragihandibû ku li Rojava komkujî bûye, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragihand ku eger ev rast be, ew ji bo parastina Kurdan hêzên pêşmergeyan dişîne Rojavayê Kurdistanê. Helwesta Esed derbarê vê peyama Barzanî de çi bû?

Ne qedexe ye li cem Esed ku hêzên pêşmergeyan herin nav Sûriyê û navçeyên Kurdistana Sûriyê biparêzin. Lê şerê Kurd û Kurd li ser vê dernekeve. Eger pêşmerge jî ji bo Rojava hatin, hevahengî hebe.

Tê gotin ku pêwendiyên Umer Osê bi îstixbaratên sûrî re hene? Ev rast e?

Ligel polîs, îstixbarat, wezîr, serokwezîr û serokê Sûriyê dicivim û rûniştinên min hene. Ez bi rojê ligel îstixbaratan rûdinim, lê aliyên kurdî hene ku bi rojê li dijî Sûriyê ne û bi şev jî ligel îstixbaratên Sûriyê dicivin. Ku ez bi wan re dicivim, behsa pirsa kurdî dikim. Ji ber ku divê tu kêşeya kurdî bi diyalogê ligel wan behs bikî.

Eger kongreya neteweyî ya kurdî pêkbê, hikûmeta Sûriyê beşdar dibe?

Na. Beşdar nabe. Ji min re gotin ku beşdariya vê kongreyê nakin.

Niha Amerîka, Frensa û çend dewletên din ji bo lêdana Sûriyê xwe amade dikin, şer pêktê?

Sê eger ji bo lêdana Sûriyê hene: Yekem, ne lêdana Sûriyê ye, lê belê bêhtir guºar in ji bo ser Şamê. Duyem, eger lêdan jî hebe, ew gellekî sînordar dibe. Weke firokxaneyan û hinek cihên leşkerî. Sêyem, eger ev şer giştî be, dibe şerekî cihanî. Piştre Îran, Hizbullah û dewletên din jî têne ser xetê. Hingê wê Amerîka û Îsraîl encamên vî şerî hilgirin.

HÊVÎDAR EHMED

Nêrînek

  1. Bira! kí van gotinén Umer Osé bawer diké?,kí baweríyé bi gotinén Assadé diktator tíné?gotinén Assad weku yén seroké Írané,ú pirozkirina sala cihuane, ev gotin hemu xwapandine,ango síyasetek demki ye.Belé Umer Osé derbaré opozisiona Surí de rast dibéjé,derbaré alikaríya Tirkan ya teroristén opozisiona Surí de rast dibéjé.Ji ber hindé péwiste Kurd ji hemu deman bihtir xwedi yek helwest,yek deng bin,u garantia vé yek helwesté,u yek dengiya mala Kurd serkeftina heri gewre ya PDK,serkeftina seroké herémé rézdar M.Bartzaní ye di hilbijartinén 21-é vé mehé de.

Nerîna min :