Cîhan

Esad: HSD hêzêk xayin e

 Serokê rejima Suriye Beşar esad behsa rewşa HSdê kir û da xûyakirin ku HSD hêzek xayin e. Di hevpeyvînek yA xwe de esad got: Her hêzêk li Suriye li gel hêzêk biyanî ku ne bi îrada me li seraxaSuriyebe, tevbigere ew xiyanetê dike. HSD jî li gel hêzên biyanî li welatê me tevdigere û xayîne.Li ser vê yekê berpirsên HSDê bersiva Esad dan û gotin: Em ne xayînin, me wek HSDê nehiştiyç e Suriye parçe bibe û me rê li ber parçebûna Suriye girtiye. Eger xayinek hebê Esad e.Ev yek di demekî de hatiye kû ji bo çareseriya pirsgirêka Suriye xebaten navdewletî bi hêz bûye. Li Suriye HSDê piranî kurdin û li dijê DAÎŞê li hemû deverên Suriye şer kirine. Lê rastî piştî pakijkirina DAÎŞê dê çarenûsa vê hêzê çibe nayê zanin û cihê gotubêjekî ye. 

Back to top button