Êşa Rojava(Vîdeo)
Teyra Muzik û Fîlm Produksiyon, besta ku Nizamettin Ariç bi sernavê Êşa Rojava ji bo Kurdistana Sûriyê nivîsandiye tev videoklîpa wê pêşkêşî we dike.
Pêşawayê mûzîka Kurdî a hemdemîn N. Ariç di vê xebata xwe da bi gelek nûjeniyan derdikeve pêş me.
Ew, tev Mizgîn Tahir a ku di mûzîka Kurdî da Soprana pêşîn a ku dengê wê perwerdekirî ye ra dûet dike.
Mûzîka klîbê, Aranjman, rêvebirî û montaja klîpê û qaydkirina mûzîkan di studyoya li Almanya da wî bixwe meşandiye. Ligel dengê wî, bi bikaranîna Tembûr û Cûrayê ve jî cardin piralîtî û xurtiya hûnera wî diyar dibe. Ligel helbesta Nezir Palo Ariç di klîpê da di hin cihan da gotinên pêşiyan û gotinên bi şîret bikaraniye ku vê yekê jî videoklîp rengîntir kiriye. Ev yek di dîroka Vîdeoklîpên kurdî da şêwazeke nû ye.
Beşa yekemîn a mûzîkê wek mûzîka kevneşopî a kurdî da bi awayê yekdengî ye. Para duyemîn jî seranser bi pirdengî ye, û wek di mûzîka Nizamettin Ariç da tim diyar e bi kalîte, hemdemî û şiroveyek pisporane derdikeve pêş. Her wiha hesasiyet û germahiya di dilê hunermend da a ji bo welat û gelê me jî di seranserê berhemê da diyar dibe.
Em wek Teyra Produksiyon vê xebata vîdeoklîpa nû ku em lînka wê li jêrê destnîşan dikin, bi serbilindî pêşkêşî we dikin.