Êş û jana xiyanetê ji ya Korona gelek dijwartire
Li vê tarîtî û rûreşiya li serdema Koronayê de du xweşî û şadî ji bo Kurdan û Kurdistaniyan hebû.
1- Serkeftina Hikûmeta Kurdistanê beranber rêgirîkirina belavbûna şewba Koronayê ku ziyanên me herî kêm ji yên welatên cîranên me kêmtir û serkeftîtir bûn.
2- Alîkarîkirina Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ku eve jî hestên biratiya di navbera Kurdan gelek geş kiribûn û hêviyên xweş li hemû Kurdan bexşîbûn.
Ev her du xweşî, şadî, bextewerî û kameranî wiha dikir ku hemû welatperwerên Kurd û Kurdistanî di nava aramî û xweşiyê de û bi hêviyên mezin de, li paşeroja xwe binêrin û bi dilxweşî binivin û rakevin.
Gelo ev meseleya xiyanetê û radestkirina Mistefa Selîmî ya nişka ve sutfe û tesadufî bû? Gelo ev rûdana rûreş di vê demê de hema wisa ji nezanînê bû? Eve bernameya kîjan dijminê Kurdistanê bû? Îran an tirk? an keseke din ku sedî sed dijminê Kurdistanê ye…
Divê her Kurdekî niştimanperwer van pirsan ji xwe bike. Gelo çima di vê demê de ev tişt rûdan û paşarojê de, wê hê çi rû bidin û emê hê li benda çi rûdanên xeraptir jî bibin. Eve hemû êş û janin ku li pêşiya her Kurdekî niştimanperwere.
Beşeke Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) karî beranber virusa Korona serbikevê û alîkariya beşeke din (Rojavayê Kurdistanê) jî bike. Lê gelo vê meseleya xiyanetê de wî kijan beş alikariya beşê din jî bike? Yan hemû beş wê dîsa li hev bikevin, li nava hev de dîsa şer bikin?
Metirsiya Koronayê em dizanin ku bêyî vîn û îradeya me wê dermana wê bê dîtin û gelek pîspor dibêjin herî dereng heta salekê wê dermana vê virusê bê dîtin. Lê gelo pîsporek heye ku bibêje heta salekê emê bikaribin dermanê xiyanetê peyda bikin û heta hetayê êdî em rastî virusa cehşayetî û xiyanetê nabin? Gelo kes dermanê vê xiyanetê dizane li kuye?
Eger bizane bila ji kerema xwe bibêje, em dest û binê piyên wî maç dikin, em perîşan bûn, em birçî bûn, nîvê qewmê me û birayên me bûne tirk, beşek ji qewmê me her roj têne sêdaredan, beşek qewmê me li welatên cîhanê belavbûn, li nava deryayên Spî û Ege yê de xeniqîn. Deryaya Ege jî êdî nekarî rastiya perîşaniya Kurdan veşêre û zarokên Kurdan (Alanê Kurdî) û gelek kesên din avêt qerexê deryaye û got: Kurdino! Kurdino! bese êdî ez ji termên daqurtandina zarokên we westiyam û bêzarbûm. Êdî naxwazim we daqûrtînim hûndirê xwe. Besee beseeee aqilê xwe bînin serê xwe, çi karê we heye li Ewrûpa, Amerika, Antartîka, Sîbîrya, Asya, vegerin mala xwe û li ser axa xwe wekî mirovan pêkve bijîn. Xiyanetê li hevdû nekin beseeeeee…
Botan Kurdistanî 15.04.2020