Kultur

Êş a Nîzamettin Ariç derket

Pel Records, bi daxuyaniyeke dest nişan kiribû ku hunermendê hoste ya muzîka kurdî Nizamettîn Arîç bi hemû berhemên xwe tevlî malbata Pel Recordsê bûye. Pelrecords albuma hunermend a nû “Êş”ê pêşkeşî  muzîkhezan dike.

Nizamettin Ariç li gel jiyana xwe ya muzîkê ya serkeftî, derhêner û lîstikvanê filma “Beko’nun Türküsü” (Strana Beko) ye û di nav ser lîstikvanên fîlma bixelata zêrîna “Bir Günün Hikayesi” (Çiroka Rojekê)  jî cih girtîye. Nizamettin Ariç li gel hostetîya xwe ya muzîka kurdî di warê muzîka filman de jî binav û deng e.

Nizamettin Ariç li dû albuma xwe ya “Azadî” (2011) bi albuma xwe ya “Eş”ê derdikeve pêşberî muzîkhezan. Nizamettin Ariç dibêje “dema ez lê var diqilim ku bi tesîra rûdanên ku van salên dawî hatine serê gelê Kurd, albuma min bi hestên xembar û êşê dagirtîye ez ketim nav erjeng û sawê”. Ariç dest nişan dike ku ev êşên ku gelê Kurd pê re rû bi rû dimîne, ji bo avakirina pêşeroja Kurdan  hişmendîya hevpar a hunerî, civakî û neteweyî pêşve dixe.

Hunermend dibêje “albuma ku ez pêşkeşî we dikim hem ji alîyê formen muzîkî û hem jî ji aliyê naverokî ve li gel hestên xembar bi hestên hêvîyê jî ti jî ye”. Ariç bi van gotinan hêvîya ya xwe ya ji bo pêşerojeke xweş û geş jî bilêv dike”.
Taybetmendîya herî girîng a Nizamettîn Ariç ev e; stranên xwe bi helbestên şaîrên Kurd çêdike. Hunermend bi vê helwêsta xwe hem rûmetê dide şaîrên   Kurdan hem jî şaîrên ciwan û nû dide naskirin.

Hunermend; besteyên strana “Mihemodo” bi helbesta Şahîn Bekir Soreklî, stranên “Ev Çi Hal e” û strana ku ji bo zarokên Şengalê hatiye gotin “Zarokekê Şengel ê” bi helbestên Tengezar Marînî û berhemeke din a ku êşa Şengalê dest nîşan dike  strana “ÇiyayêŞengalê” bi helbesta şaîr Xaki Bîngol çêkirine.

Gotinên strana “Dilo” yên şaîrê hosteyê Mêrdînî Bro Omerî ye, helbesta strana “Êş”ê ku navê xwe jî daye albumê ya şaîrê ciwan Bawer Agirî ye, gotinên strana “Penaber İm” jî yên Mehmet Gûltekin û Nizamettin Ariç  in.
Di albumê de 3 stran ji bo Rojava hatine gotin. Nizamettin Ariç cara yekem bi keça xwe re duet dike û yek ji van stranan helbesta Ehmed Huseynî  “SerêKanîye” yê bi hev re distirên.

Xebata din a ji bo Rojava hatiye gotin helbesta Nezîr Palo “ÊşaRojava” ye. Ariç vê stranê jî bi hunermend Mizgîn Tahîr re dibêje.

Strana din a ji bo Rojava hatiye gotin starana ensrumental ya bi navê “Kobanî” ye. Kobanî di îlona 2014an de bi êrîşeke hovane ya DAÎŞê re rû bir û mabû, bi berxwedanake bê hempa di kanûna paşîn a 2015 an de gihîşte serkeftinê. Di binê ev strana ku ji bo berxwedana Kobanî yê hatiye bestekirin de îmzeya Nizamettin Ariç heye.

Stranek din ya ensrumental a albumê “Roboskî”, ji bo bîranîna tev kuştîyên ku 2011an de li Roboskî yê hatin qetil kirin ji alîyê Nizamettin Ariç ve hatîye bestekirin.

Aranjor û bestekarê hemû stranên albumê Nizamettin Ariç e.  Ariç divê albumê de jî enstrumanên bike van ên ronahî, nazîk, xemsar; lê her tim serbilind ku melodîyên şêrîn û livdar derdixin û bandora dengê wan fireh e, akustîk gîtar û tembûrê bi kar anîye. Li hin ciyan jî serî li vegotina koroyê ya “a capella” xistîye, di bin re jî dengên “Bordun” ên ku di çanda me ya muzîkê de henebi kar anîye.

Nizamettin Ariç di albuma xwe ya “Êş”ê de enstrumanên mey, divan tembûr û curayê bi xwe lê xist.

Albuma ku qeydên wê li Studyoyên Hennef, Berlîn û Stenbolê hatine çêkirin muzîsyenên din yên cih girtine ev in; gitar Alexander Zernîng, keman Nura Dilovanî, ritim Ömer Aslan, Tarık Aslan, Norbert Granbel û Mehmet Han Disbudak.

Belavkirina giştî ya Albuma “Êş”ê Sony Music  dike. Album li hemû marketên muzîkê yên navdar û li platformên dîjîtal û li seranseri Ewropayê li ser Amazonê û “Kurdish Media Shop”ê peyda dibe.

Back to top button