Polîtîk

Êrîşa Hewlêrê nikare rê li ber azadîya Kurdistanê bigire

 

Dijminên gelê Kurdistanê  bi awayekî  hovane êrîşên xwe berdewam dikin.Dijmênên gelê me, dixwazin aramiya li  Dewleta  Federe  Başûrê Kurdistanê têk bidin. Lê ew hovên ku nikaribûn rê li ber Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bigirtina, dê nikaribin rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê jî bigirin.

Roja 17.04.2015an li Hewlêrê gelê me yê sivîl bû  armanca qatilên hov yên  DAIŞê.

Di vê êrîşê de, 2 kes şehîd ketin, nêzî  10 kesan  jî birîndar bûn.

Ev 2 şehîdên ku navê wan Bilind Onen û Sadettîn Şen e, ji bakurê Kurdistanê, ji Dêrika Çiyayê Mazîya Mêrdînê bûn.

Em careke din DAIŞê û dijmênên gelê Kurdistanê bi tûndî rûreş dikin, lanetê li wan dibarînin.

Bila serê malbatên şehîdan û yê gelê me sax be. Ji brîndaran re şîfayê dixwazin.18.04.2015

Şehîd Namirin..

Bijî Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê

Bijî Azadiya Kurdistanê


Buroya Çapemenî û Ragehandinê  ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button