Cîhan
Ermenistan doza vê axê dike
Ermenistan doza axê ji Tirkiye dike
Bi minasebeta 100 saliya bîranîna komkujiya Ermeniyan ji aliyê dewleta Tirk ve, li Ermenistanê çalakî têne li darxistin.
Di vê derbarê de li paytextê Ermenistanê konferansek hate amade kirin. Serokê dadweriya vî welatî di konferansê de axaftinek kir.
Ovsepyan di axvtina xwe de got: Divê mal û milkên dêrên Ermeniyan hemî şunve bête dayîn û hemû teslîmê Kiliseyê bête kirin. Herweha Pêwiste Dewleta Ermenistanê jî axa xwe ji Tirkiye şûnve vegire.
Ovsepyan da xuyakirin ku , pêwiste em bi rêya dadgehên navnetewî jî doza vê yekê li Tirkiye bikin.