Belarus: Tenê dewleteke Kurdî pirsê çareser dike

Malpera Energo Belarus berî demekê raporeke berfireh di derbarê nêrîna Rûsyaya Spî li ser pirsgirêka Kurd belavkir ku li gor vê raporê tu çareseriyeke din ji bilî sazkirina dewleta Kurdî vê pirsê çareser nake.

Energo Belarus hejmara Kurdan 45 Milyone

Li rapora malpera Uzeya Rûsyaya Spî (Energo Belarus) hatiye destnîşan kirin ku Ev kêşe ne kêşeyeke rêxistineke siyasî, grûpeke çekdarî, mezhebekî olî an jî eşîrekî tê kirin. Li vir behsa miletekî tê kirin ku bi hejmara xwe çaremîn neteweye li Rojhilata Navîn. Hejmara Kurdan 45 milyone, lê bê dewletin û di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hatine perçekirin. Niha ne tenê Tirk, Ereb û Faris dikarin bi hevre pozberiyê bikin, lê Kurd jî dikarin rewşa li Rojhilata Navîn biguherin. Wiha diyare ku eger hêzek mezin piştgiriya vî miletê belavbûyî bike, ew dikare li herêmê bibe hêzeke siyasî û leşkeriya mezin. Wek dema, ku welatên Antantê xwestin Imparatoriya Osmanî hilweşînin û piştgiriya tevgera Erebî kirin, niha jî welatên Rojava dikarin dîsa vê yekê êdî bi pirsa Kurdî re bikin.

Nerîna min :