Nivîsar

Êrîşkariya Umit Özdagê nîjadperest di derheqê Şêx Seîd Efendî de…

Rêber û Serokên neteweya Kurd û Kurdistanê, li tu kesî û li tu neteweyekê neheqî û zûlim nekirine. Nexwestine ku neteweyekî ji holê rakin. Ji Neteweya Tirk, Ereb, Fars û neteweyên din re dijminitî nekirine.

Îbrahîm GUÇLU

([email protected]

Dewleta Tirk ya Kolonyalîst, dema ku nû ava bû, li dijî kurdan ava bû. Kurdistan dagirkir. Nîv-Otonomiya Kurdistanê ya dema Împeratoriya Osmanî ji holê rakir. Got ku “neteweya kurd tune ye. Kurd, Tirk in.” Loma Dewletê ji bona ku neteweya kurd bike Tirk û ji holê rake, hişmendî û îdeolojiyeke nîjadperest pejirand. Hemû hêjayiyên neteweyî yên neteweya Kurd xesip kir. Hemwelatiyên xwe bi wê îdeolojî û hişmendiya nîjadperestî, li ser bingeha dijbûna neteweya kurd, perwerde kir. Loma jî di destpêkê de nîjadperestiya dewletê ya heyî, di demeke nêzik de bû nîjadperestiyeke civakî. 

Stratejiya nîjadperesti ya esasî ew e ku Neteweya Kurd ji holê rabe û tune bê kirin. Temirandina Tevgerên neteweyî yên Kurdistanê bi zorê û bi awayê milîtarîst şikandin encama ev siyaseta nîjadperestî ye. Encama vê hişmendî û nîjadperestiyê Qetlîamên li Kurdistanê pêk hatin.

Mixabin loma  hemû dezgehên dewletê, partiyên siyasî, komele, xizmetî nîjadperestiya Tirk kirin û dikin. Beşek siyasetvanên Tirk di nîjadperestiyê de hişktir û dijwartir bûn. Wan jî ji bona xwe partiyên nîjadperest raste rast ava kirin. Wan xwestin ku zêdetir xizmetî nîjadperestiya Tirk bikin û kurdan bikin Tirk. 

Di Dewleta Tirk de piştî salên 1946an gelek partiyên nîjadperest yên Tirk ava bûn. Ew partiyan li dijî kurdan bi helwesteke nîjadperestî tevgeriyan. Partiya Zafer ya ev salên dawî di bin serokatiya Umît Ozdag de ji aliye nîjadperestên tundrew de ava bû jî,  partiyeke Tirk ya nîjadperest e.

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, di ev rojên dawî de heqaret û êrîşeke nîjadperestî li serokê neteweyî yê miletê Kurd û Kurdistanê Şêx Seîd Efendî kir. 

Beriya demekê jî hemen heqaret û êrîşa nîjadperest li dijî Serokê Kurdistanê Seyîd Riza kiribû.

Êrîş û heqerata Umît Ozdagê nîjadperest, li serokên me, li hêjayiyên me yên neteweyî tesir nake. Nikare qiymeta Serokê Kurdistanê kêm bike.

Rêber û Serokên neteweya Kurd û Kurdistanê, li tu kesî û li tu neteweyekê neheqî û zûlim nekirine. Nexwestine ku neteweyekî ji holê rakin. Ji Neteweya Tirk, Ereb, Fars û neteweyên din re dijminitî nekirine. Di esil de mafên wan neteweyan jî parastine. Lewra Dewletên dagirker û kolonyalist di hemandem de dijminên gele xwe ne jî. 

Serokên Kurdistanê û Şêx Seîd Efendî, li hemberî zûlma dewletên kolonyalîst û dagirker, ji bona azadî û serxeebûna welatê me Kurdistanê û neteweya me ya Kurd,  bi dilsozî canê xwe feda kirin. Ew her tim di dile me de dijîn, di xebat û têkoşîna me ya azadî û serxwebûnê de jî, ji me re rêber in. 

Êrîşker Umît Ozdagê nîjadperest û yên wekî wî divê baş bizanibin ku ew nikarin pêşiya têkoşîna azadî û serxwebûna neteweya Kurd bigrin. Neteweya kurd dê di xebata xwe de roj bi roj pêş bikeve. Hezkirana serok û rêberên Kurdistanê d dile neteweya kurd de mezintir bibe. 

Nîjadperestên wek Umît Ozdag jî dê bes gewezetiya xwe bidomînin. Bi gotina Tirkan “it ürür kervan yürür.” 

Tiştê xerîb û balkêş ew e ku Umît Ozdag bi xwe jî esil Tirk nîne. Lê xwe dixwaze ji Tirkan zêdetir Tirk nişan bide. Qedera Tirkan jî ew e ku Tirk xwe birêve nabin, ew kesên neesil Tirk wan bi rêve dibin. Ew jî zêdetir dibin nîjadperest û gelek xeter.

Qasî ku ez Umît Ozdag dişopînim wek kesekî nexweşê psikolojik diyar dibe. Beriya vê demekê jî li hemberî penaberên ereb siyaseta nîjadperestî ya xerîb meşand, herkes matmayî kir. Hereket û gotinên gelek balkêş li hemberî penabaran kir.

Diyar e ku di siyasete de serkeftî nabe.  Nîjadperest jî qiymetê nadin partiya wî, ew dixwaze bi xebat û helwest û peyvên êrîşker û nıjadperestî û marjinal û radîqal xwe bixe rojevê,  ji nîjadperetên Tirk piştgirî bigre. 

Lê gelek aşkere ye ku di vê siyasetê de serkeftî nabe. Ji derveyî partiya wî du partiyên din yên vekirî û gelek partiyên sergirtî yên nîûjadperest hene. Nîjadperestên Tirk dê piranî deng bidin partiyên nîjadperest yên dervayî wî MHP û İyi Partiyê. 

Loma jî hesabê wî jî şaş e û cahilane û macerê  ye.

Em bi rêber û serokên xwe ser bilind in. Ew her tim di dile me û di serê me de bijîn. Loma jî em gelek vekirî Umît Ozdag şermezar, rûreş, protesto dikin. Rêber û serokên me yên Kurdistanê  bi rêz bibîrtînin. 

Li hemberî êrîşa Umît Ozdag, kurdan reaksîyoneke gelek baş nişan dan. Lê divê li hemberî êrîşa nîjadperestî û bê exlakiya  Umîd Ozdag hîn zêde em kurd dengên xwe bilindtir bikin.  

 Karên Umît Ozdag kiriye di hemandem de provojkasyon e. Ew dixwaze ku di navbeyna Kurd û Tirkan de şerekî siwîl derkeve. Loma dixwaze kurdan provoke bike, hêza dewletê hîn xurttir bişîne ser kurdan. 

Ev dê zêdetir zerarê bide gelê me. Divê em kurd vê lîstikê bibînin. Siyasetvan û rewşenbîrên kurd, gele me di derbarê vê mijarê de agahdar û şiyar bikin.

Divê Baroyên Bakurê Kurdistanê di derbarê Umît Ozdag da wek Baroya Diyarbekîrê û Urfayê dozê vekin û di mehkemeyê da, rûyê wî yê qirêj bê aşkere kirin, bê mehkûm kirin.

Umît Ozdag,  dijminê kurdan e. Bav û kale wî jî dijminên Kurdan bûn. Ew dixwaze ku kurd bi qetlîaman tune bibin. Ev helwesta wî, li dijî mirovatiyê ye û nîjadperestî ye. Loma jî ew tewana mirovatiyê ye. Divê Umît Ozdag bi tewana dijî mirovahîyê û nîjadperestîyê û neteweya kurd bê darizandin.

Enqere-Qoser, 19. 08. 2022

Back to top button