Civak

 Êrişî avahiya Navenda Giştî ya DEMê hat kirin

Şeva borî êrişî avahiya Navenda Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat kirin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.

Dogan dibêje:

“Li Balgata ku yek ji deverên herî qelebalix ên Enqereyê ye û ku baregehên gelek partiyên siyasî lê hene, nîvê şevê êrişek li dijî navenda me ya DEM Partiyê hat kirin.

Wekî ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û pencereyên me hatine şikandin û hewla danîna tabelaya me hatiye dayîn.

Em bi bîr dixin ku ev hişmendiya ku li provokasyonê digere, nikare me bitirsîne û bide sekinandin.

Em bangî Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya dikin ku tedbîrên pêwîst bigire û êrişkar demildest werin diyarkirin.”

Hat zanin ku, Avahiya Navenda Giştî ya DEM’ê ya li Balgatê ya Enqereyê ji aliyê kesekî ku tê gotin gelekî serxweş bû rastî êrîşa bi keviran hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin H.C.Ö bi şev serxweş hat ber avahiya partiyê û avahî da ber keviran .

Di êrîşê de camên deriyê ketina avahiyê hatin şikandin û tabelaya partiyê jî zirar dît.

Gumanbar H.C.Ö di demeke kin de ji aliyê polisan ve li nêzî cihê bûyerê hat girtin.

Back to top button