Polîtîk

Êrîşên Tirkiye Rewşê xirab dike

Baxdad – Endamê hevpeymanîya Kurdistanî Mehmûd Osman da xuyakirin, ku roj bi roj rewşa ser sînorê navbera Turkiye û herêma Kurdistanê dijwartir dibe. Mehmûd Osman weha jî da xuyakirin, ku dibe di vê derbarê de hevkarîyek di navbera Turkiye û Îranê de hebe.

Mehmûd Osman got: Me çaverê dikir, ku piştî serdana serokê herêma Kurdistanê ya ber bi Turkiye ve rewş baştir bibe.. herweha, mixabin em niha bêjedanên dijwar ji Turkiye û ji PKK jî dibihîsin. Di vê bêjedana xwe de Mehmûd Osman da xuyakirin, ku dibe rewş xerabtir bibe ji ber ku niha herdu dewlet – Turkiye û Îran – êrîşan dikin, arêşe ji herêma Kurdistanê re mezintir bûye.

Di derbarê helwestê hukûmeta Iraqê jî de Mehmûd Osman da nîşandan, ku hîna hukûmeta Iraqê bê deng e û ti rola Amerîka jî xuya nake û behaneya wan jî ew e, ku rêkevtinek di navbera wan de heye. Mehmûd Osman got: Em daxwazê ji Turkiye dikin, ku vê pirsê bi rêyên siyasî çareser bike. Hîngê em jî dê hevkar û alîkar bin. Ne Turkiye û ne jî PKK dikarin vê pirsê bi rêya leşkerî çareser bikin..

Rojevakurd: PNA – Sebah Kerkûkî

Back to top button