CîhanPolîtîk

Êrîşên PKKê berdewambin aşitî zehmete

Berpirsa dosya Tirkiye di Yekitiya Ewropa de, Kati Piri serdana Tirkiye kir û li gel serokwezîrê Tirkiye, wezîrê Derve û wezîrê Yekitiya Ewropa hevdîtin pêkanîn.Pirî 3 roja li Tirkiye hevdîtin pêkanin. Serdana CNN Turk jî kir.Rojnama Cumhuriyeta Tirkiye li gel Pirî hevpeyvînek kir. Pirî di hevpeyvîna xwe de behsa rewşa Tirkiye û pêvajoya aşitiyê jî kir.Pirî di derbarê rewşa Awarte de got:Ji bo me ya bingeh ne demê Rewşa Awarteye.Di vê pêvajoyê de eger dadgeh karê xwe adilane bikin baş dibe. Herweha em dixwazin zûtirîn dem dawî li Rewşa Awarte bê baştire.Piri di derbarê girtina Rojnemevana de got: Eger hinek kes girêdana wan li gel hewldana darbeya leşkerî hebe, dê herin dadgeha.Ev li welatek ewropa jî be dê herê dadgehê.Dema Tirkiye qonaxek zehmetre derbas dibe. Divê rojnemevan bê tirs dîtinên xwe bêjin. Ji bo vê yekê jî dema ez hatim Tirkiye min serdana CNN Turk kir.Li ser pirsek di derbarê cardin destpêkirina pêvajoya aşitiye, Piri got:Ewropa dixwaze  hevdîtin carek din destpêbikin.Ev ne hesaniye.Dema mirov li operasyona Tirkiye ya Suriye jî binêre ev ne hesaniye. Lê min cardi di derbarê aşitiyî de peyamên erênî bihîstin.Gelek vekirî bêjim, ev êrîşên heroj PKK dike. Nabe ev halê berdewam be. Ev êrîş nabin zemînek ji bo dayinstandina.

Back to top button