Balafireke bê firokevan berî ku bigihîje armanca xwe li gundê Dugirdkanî yê Mexmûrê ket xwarê; Ev tenê yek ji dehan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ye ku di demên berê de gefên cidî li ser binesaziya aborî û ewlehiya herêmê çêkirine.
Her çend zêdetirî 22 êrîşên bi dronên li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin jî, Komîteya Ewlekariya Bilind a Iraqê hîn rapora xwe ya dawî li ser êrîşan pêşkêşî Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî nekiriye.
Berdevkê fermandarê giştî yê Iraqê dibêje:,”Rapora komîteya ku serdana Hewlêrê kiriye hîn nehatiye pêşkêş kirin. Serokwezîr vê mijarê bi ciddî digire. Bê guman ew ê piştî lêpirsînê navên kesên li pişt êrîşan eşkere bike,”
Êrîşan piraniya zeviyên petrolê hedef girtine û hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê ji 300,000 bermîl di rojê de kêm kiriye û bûye nêzîkî 50,000 heta 100,000 bermîl di rojê de
Vê rewşê peymana di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mûçe û mafên darayî yên Kurdistanê têk biriye. Bexda ji ber kêmbûna hilberîna petrolê ji şandina mûçeyan dûr e, û niha Hewler nikare rojane 230,000 bermîl petrol peyda bike. Di vê navberê de, wekî her carê, xelk û karmendên mûçedar ên Herêma Kurdistanê bûne qurbaniyên sereke.


