Cîhan
Êrîşek bi hêz li dijê nawena çekên Heşda Şeibî hate kirin
Duh hinek firokeyên bê pîlot li Iraqê hinek nawendên Heşda Şeibî kirin armanc û bombe barandin. Gelek depoyên çekên Heşda Şeibî ji navbirin.
Pisporên ewlehiyê dibêjin ku ev êrîş ji aliyê Îsrail ve têne kirin û armaca Îsrail ewe ku hinek fûzeyên di destê Heşda Şeibî de ne ji nav bibin.
Tê zanîn ku gelek fûzeyên bikaribin ji Iraqê Îsrail bikin armanc di destê Heşda Şeibî de hene. Ev fûze Îranê dane Heşda Şeibî da ku dema Îran bixwaze li dijê Îsrailê bêne bi karanîn.
Lê Îsrail dixwaze vê tehdîta li ser xwe ji nav bibe û ji bo vê jî êrîşa dibe li ser cebilxaneyên milisên Şîe li Iraqê.
Hukumeta Iraqê li himber vê yekê bê denge. Ji ber ku di serê meselê de Îran heye û hêzên Heşda Şeibî piranî Îranê ve gêridayîne.