Berpirsê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanî Edhem Barzanî got ku wan hişyarî daye aliyên siyasî û ji wan re ragihandiye, “Eger di dema xwepêşandanan de baregahên PDKê bibin amanca êrîşan, ew jî ti garantiyekî nadin ku baregahên wan jî nebin amanc.” Edhem Barzanî di vî hevpeyvînê de ji Rûdawê re eşkere kir ku roja 24ê Îlonê li Silêmaniyê ligel şandekî Îranî hevdîtinek pêk anîne û şanda Îranê soz daye ku nehêlin baregahên PDKê bibin amanca metirsiyan. Di civîna partiyan a ligel Parêzgarê Silêmaniyê de PDKê çi peyamek da? Derbarê xwepêşandanên roja 27ê Îlonê de çi hate gotin? Xebata PDKê hê ji destpêkê heta niha ji bo civakek de demokratîk, bîr û baweriya azad û pirdengiyê bûye. Niha em li Silêmaniyê ne û li vir jî em piştgirî didin wan xwepêşandanan ku bi armanca daxwaza başkirina rewşa jiyana xelkê tên kirin, herwiha rewa jî dibînin. Hemû daxwazî bi awayeke yasayî cihê xwe digrin û pêk tên. Eger ji çarçoveya yasayan derket, wê demê pênaseyekî din jê re tê kirin. Gelo PDK li Silêmaniyê beşdarî civîna partiyên siyasî bû? Çi peyamek da? Dema daxwaz kirin daku em jî beşdarî civînê bibin, min ji Berpirsê Rêxistina Silêmaniyê re got bila beşdar bibe û peyama PDKê bigihîne wan. PDK piştgirî dide hemû xwepêşandanên ku di çarçoveyekî yasayî de bin. Lê divê aliyên siyasî ji bo îmtiyazê sûdê ji vê rewşê wernegrin. Siwarê ser pişta daxwaziyên xelkê nebin. Jiber ku PDK ti caran vê yekê qebûl nake. Bersiva aliyên din çi bû? Hemûyan piştgirî dane lidarxistina xwepêşandanan, lê divê xwepêşandan li dijî ti aliyekî siyasî nebe. Hêvîdar im ku hemû alî soza xwe bicîh bînin. Jiber ku ev krîz ne ya partiyekî bi tenê ye. PDKê ev krîz dernexistiye. “LI HEMBER PDKÊ BÊ EXLAQIYÊ DIKIN” Jiber çi berê daxwaziyan didin PDKê, ji ber çi xelk meaşê xwe ji PDKê dixwaze? Ev tişta partiyên din li hember PDKê dikin karekî ne exlaqî ye. Jixwe Tevgera Goran, YNK, Komel û Yekgirtûya Îslamî jî di nav hikûmetê de ne. Ji 20 wezîran tenê 5 wezîr ên PDKê ne. Ma rast e ew weke ku ne di nava hikûmetê de ne, tevbigerin. Lê dibêjin pereyê petrolê tenê di destê PDKê de ye? Ev jî yek ji wan tometan e ku davêjin ser PDKê. Gelo ma Cigirê Serokwezîr Qubat Talabanî ne kurê Mam Celal e? Ew bixwe nûnerê YNKê ye di Komîsyona Bilind a Petrol û Gaza Herêma Kurdistanê de. Agahiya wî ji firotin û pereyê petrol û gazê heye. Wate agahiya YNKê ji hemû tiştan heye. Ji ber çi xelk vê pirsê nake; dema ji sedî 49ê bûdceya Herêma Kurdistanê digihişte destê YNKê, çi lê dikir, çi ji wî bûdceyê hat? Dahata parêzgeha Silêmaniyê naçe Hewlêrê. Ji bo çi li Silêmaniyê nayê xerckirin? Ti kes nizane çi ji dahata Silêmaniyê dikin. Gelo ti zanyariyek heye ku careke din senaryoya êrîşkirina ser baregehên PDKê li Silêmaniyê dubare bibe? Em dizanin ka kîjan alî xwepêşandêran handide, zanyariyên me di vê derbarê de hene. Kijan alî ne ev? Niha kî baregahên PDKê li Silêmaniyê diparêze? Bila hinek ji xetê derbikevim û hemwelatî jî ji min sil nebin. Jiber ku gotinên min ji bo aliyên siyasî ne. Ev xwepêşandan ne yê gel in. Eger navê wê daynin xwepêşandanên xelkê jî rûyê wan kesên ku ji piştve xwepêşandanan amade dikin, diyar in. Hemû jî kadroyên van 4 partiyan in. Ew tenê ne nûnerên xelkê ne. Zanyariyên me hene ku ku ew bi niyaz in çi bikin û kîjan alî wan han dide. Ji ber vê jî hêvîdar im ku êrîş nekin ser baregahên PDKê. Hêvîdar im ku berê xwepêşandanan bidin hikûmet û parêzgariya Silêmaniyê, ne ku PDKê. Heger vê yekê bikin jî xelkê Silêmanî nake, aliyên siyasî dikin. “ALIYÊN DIN JI ÊRÎŞAN BERPIRS IN” Dibêjin xelkê Silêmaniyê hez ji PDKê nake, gelo ev yek rast e? Eger wiha be, ji bo guhertina vê yekê we çi kiriye? PDK beriya partiyên din şanaziyê bi Silêmaniyê dike. PDK beriya hemû partiyan dibêje Silêmanî bajarê min e. Ev e bernameya aliyên din e ku dixwazin PDKê li ber çavê xelkê Silêmaniyê reş bikin. Ez li vî bajarî ne mêhvan im û ne jî xerîb im. Ez beşek ji vî bajarî me. Ji ber çi di dema xwepêşandanên berî de êrîşê PDKê kirin? Ji partiyan bipirsin ka ji ber çi vê zulmê li PDKê dikin? Destê aliyên din di nava êrîşên dema berî de hebû ku nakok bûn ligel PDKê. Çimkî, ezmûna me heye, ku dema xwepêşandan hatibin kirin, dewsa ku herin ser baregahên YNKê û jê bipirsin ka çi ji bûdceya ji sedî 49ê Herêma Kurdistanê hatiye û çi ji dahata Silêmaniyê hatiye, tên pêşiya baregahên PDKê. Hemû kes jî dizane ku PDKê, li gorî rêkeftina ligel YNKê, bûdceya xwe ji herdu parêzgehên din re xerc kiriye. Niha jî metirsî ew e ku hinek alî bixwazin berê xwepêşanderan bidin baregahên PDKê. Mafê PDKê heye ku lihember êrîşa xwepêşandêran raweste û xwe biparêze. PDK careke din rê nade ku baregahên wê bêne şewitandin. Her êrîşekî bînin ser me, ji bo parastina xwe destê me dê vekirî be. Ev gotinên we ne gef in? Ez gefan naxwim û baweriya min bi hêza hizrê hene, ne ku hizra hêzê. Jiber ku ti kes li vî bajarî gefan li PDKê naxwe. Eger aliyekî siyasî xeyala wê yekê bike ku vî bajarî ji bo PDKê ne aram bike, birastî dibêjim, eger Silêmanî ji bo PDKê ne aram be, ji bo ti aliyekê din jî aram û ewle nabe. Tê gotin ku eger li ji aliyê alîgirên YNK, Goran û Komela Îslamî êrîşê baregahên PDKê bikin, PDK jî heman awayî dê bersivê bide. Gelo we ev yek ji wan re jî gotiye? Eger li vir bi ne rewatî êrîşê ser baregahên PDKê bikin, mafê PDKê ye ku bi rewa bersivê bide. Em rê jî nadin bareganên wan aliyên ku xelkê dişînin ser baregahên me, di nav sînorên desthilata PDKê bimînin. Baregahên we ji aliyê hêzên ewlekariya Silêmaniyê ve tên parastin? Nexêr, em bixwe baregahên xwe diparêzin. Bi ti awayî em parastina xwe nadin destê hêzên ewlekariyê. Lê erkê ser milê hêzên ewlekariyê ye ku ji bo parastina baregahan hevkariya PDKê bikin. Eger ne kirin jî dê ev helwest ji aliyê me ve weke bêxemî bê hejmartin. We li gel mamosta û aliyên nerazî ti hevdîtinek kiriye? Nexêr, lê eger ew bixwazin bên vir, deriyê me ji bo wan vekiriye. Eger bizanin daxwazên xwe bi awayeke yasayî bigihînin, ez jî amade me ku dest ji erkê xwe berdim û ligel wan beşdarî xwepêşandanan bibim, daxwaza mafên wan ji hikûmetê bikim. Lê ez ne ligel wê yekê me daxwazên xwe tenê ji PDKê bikin û baregahên PDKê bişewitînin. “ÎRANÊ SOZ DA” Tê gotin dibe li herêmên weke Pişder û Bitwênê ku nêzîkê sînorê Îranê û PKKê êrîşê ser baregahên PDKê bikin û ev hêz jî piştgiriya xwepêşanderan bikin. Gelo ev rast e? Nexêr, ev yek ne rast e. Îran dostê PDKê ye. Min roja 24ê Îlonê ligel şandekî Îranî hevdîtinek pêk anî. Ji min re gotin ku ew dê bi ti awayî rê nedin ku baregahên PDKê bikevin bin metirsiyan. Li gel wê yekê jî nînin ku berê xwepêşandanan bên guhertin. Tê gotin li hember egera êrîşkirina ser baregahên we, ji Pîrmamê giştînameyek ji we re hatiye. Gelo naveroka wê çi ye? Giştîname di wê çarçovê de ye ku em piştgiriyê didin xwepêşandanan eger di çarçoveyekî yasayî da bin. Xwepêşandan ji çarçoveyên yasayî derketin û bûne sedema alozî û êrîşa ser baregahên me, bi ti awayî em rê nadin vê yekê. Ji bo parastinê çi pêwîst be dê bê kirin. Ez vê dipirsim; gelo ma rewa ye mala te bişewitînin û tu jî bê deng bimînî? Bêguman nexêr. Careke din rê nadin ku heybeta PDKê bişkê. Baş e, jiber çi ji xeynî PDKê baregaha partiyeke din nayê şewitandin? Ez van gotinan ji bo wê keyê nakin ku rabin baregahên Goran an jî YNKê bişewitînin û bihêlin ku baregahên PDKê jî bên şewitandin.(Rûdaw)