Kurê şêx Meişûq Xeznewî ê rojavayê Kurdistanê şêx Murşid Xeznewî, diyar kir ku rastî êrişa 4 kesan hatiye ku xwe wek “fîdayiyên Bazanî” nasandine. Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê (El Partî) jî dibêje wan xortan nas nakin û haya wan jê tune.
Şêx Murşid Xeznewî ku niha li welatê Norwecê dijî, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku îro (25.04.2013) derdora saet 13:00 li ber mala xwe rastî êrişa 4 xortan hatiye.
Şêx Murşid derheqê bûyerê de wiha axivî: “4 xortan êrişî min kirin û serê min şikandin. Wan xortan xwe wek fîdayiyên Barzanî dan nasîn û ji min re gotin te çima ji Hekîm Beşar (serokê El Partî) re gotinên nebaş gotiye?”
Şêx Xeznewî ragihand ku ew hurmeta mala Barzanî digire lê hinek dixwazin bi navê wan de tevliheviyê çêbikin.
Ji aliyekî din, berpirsekî El Partiyê ji Rûdawê re got, ew wan xortan nas nakin û êrişa li dijî şêx Murşid jî şermezar dikin.
Şêx Murşid Xeznewî beriya çend rojan di televîzyona Ronahî de li ser serokê El Partî Hekîm Beşar axifîbû û wiha gotibû: “Hekîm Beşar li Hewlêrê rûniştiye û tenê fitnetiyê dike. Ew xayîn e…”
Birêz Mu$id Xeznewî, ka hewkî helîne-dayne, ango hewkî jî ji xa da dagir e..Falan-bivan (fb).\r\n\r\nNika Kurdek rawe ji te ra biwêje ku; tu xayînî û tu sîxurîe Erebîstanê yi.. Ji berku tu hê jî, ji pirtûka ereban, ango yê misilmanan tu ji me ra ti$tan dixwînî û diwêjî.. Ma Kurd weqas nezanin, ma Kurd nizanin dema ku îslamê Kurdistan dagir kirîye çiqas xelkê me hatîye qir kirin.. Dema dewletên Faris, Tirk û Ereb Kurdistan dagir kirine, an jî ew dagir kirin hê jî berdewam e, erê em bidilsozî hember wan dewletan têko$îna xa dikin lê, dema ku dagikrina Îslamê diwe merîyên weki cenabê te, ji me ra ìslamê $îrin didin nas kirin..fb. Ma ew dubendî û xayîn tî nîne.!?