Cîhan
Êrîşê balyozxana Libya li Stockholm kirin
Îro li Stockholm a paytextê Swed, grubekî ji xelkên Libya xwestin bikevin nava balyozxana Libya. Balyozxane valeye û tenê du kes ji bo paratina Balyozxanê li ber derî sekinîne. Wan jî zêde midexeleya xelkê ku xwestin bikevin nav Balyozxanê nekirin.
Polis li gel wan kesên ketin di nava Balyozxanê de, di nava dayînstandinê de ne da ku bizanibin daxwaza wan çîye. Heta niha wan bi xwe tiştek ji polisan re negotiye. Polisan dora Balyozxanê girtine û nahêlin kesek herê û werê.