Nivîsar

Êrîşa dijê tevgerê rûreşiyek e

Li Silopiya bombeyek avêtin avahiya Komeleya tevgera Ciwanên Kurdistanê. Başbû ku tistek kesekî nehat.

Di vê derbarê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek belavkir. Di nav gel de tê gotin ku ciwanên PKK/BDPê ve girêdayî ev êrîş pêkanîne. Di vê derbarê de ji berî hertkesekî pêwîste BDP daxuyaniyekî derêxe û behsa vê pirsê bike û bersiva îdiaya tê kirin bi awayek eskere bide.

Bê guman xwedî lê derketina BDPê li vê êrîşî yan jî şermezarkirina vê bûyerê gelekî girînge. Tu kes wek PKK/BDPê behsa biratiyê û yekitiyê û aşitiyê nake. Eger ew tenî behsa biratiya li gel Tirkan, yekitî û asitiya li gel tirkan dikin ev pirsek dine. Ji xwe yên PKK/BDPê nasdike dizanî mebesta wan çîye.

Ji aliyek din divê ew jî tê bigihin ku nikarin dengên ji derê fikra xwe li Kurdistana bakur qut bikin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê karê xwe eşkere dikin, dîtin û helwesta xwe vekirî dibêjin. Li gora bîr û baweriyên xwe xeteke netewî diparêzin. dijê şîdetêne, dixwazin bi şêweyê aşitiyana , vekirî û metodên demokratik xebata xwe rêve bibin.

Astengên derkevin pêşiya wan jî kifşe, lê ew tu astengan nasnakin. Mafek xwe yê rewa dibînin ku li ser axa xwe ramanên xwe yên netewî biparêzin doza mafê miletê xwe yê rewa bikin.

Piştî bûyera Silopî gelek kesayet û rewsenbîrên kurd ev yek şermezar kirin. Hinek tevgerên Kurd ev yek eskere şermezar kir. Pêwîste hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî vê bûyera qirêj sermezar bikin.

Di bingehê xwe de ev êrîş di kesayeta Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de li dijê xeta netewî hatiye kirin.

Di rojên halê de helwest gelekî girîng e.

Bê deng mayin bi awayekî teswîpkirina vê êrîşêye.

Ev êrîşa qirêj û rûreş tu cara nayê qebûl kirin.

Tiştek nikare bibe asteng di rêya xebata Ciwanên Kurdistanê de.

Ev êrîş tenê xizmetê ji dijminên miletê kurd re dike.

M.Baki/Rojevakurd

 

 

 

Back to top button