PolîtîkRojev

Êrîş Li Ser Zimanê Kurdî Berdewam e

Nîşandana şanoyê Kurdî a bi navê Bêrû hat qedexe kirinê. Bêrû di dîroka Şanoyên Bajaran a 106 salî de, şanoya yêkan a Kurdî bû, ku wê bihata nişan dayinê.

Qedexe kirina Bêrû berdawamiya siyaseta asîmîlasyon e.

Asîmîle kirina ziman û çanda Kurd her tim bûye hedefa yêkan a dewleta Tirk, ku li ser bingeha Tirk û Musulman kirina hemu pêkhatayên dînî û netewî yên ku li Tirkiyê dijin, hatiye damezrandinê.  Dewleta Tirk bi hemu hêz û îmkanên xwe hewl daye, ku zimanê Kurdî asîmîle bike, hewlên hanê îro jî berdewam e.

Pirtukên Kurdî hatin qedexe kirinê, îro jî têne qedexe kirinê, nivîskarên Kurd hatin girtin û têne girtinê, rojname, kovar, radyo û televizyon û malperen Kurdî hatin qedexe kirin û îro jî tenê qedexe kirinê.

Wezereta Navxweyiya Tirkiyê “Propagandayê PKK” wekî sedem bona qedexe kirina Bêrû nişan dide. Sedema hanê jî nişan dide, ku siyaseta dîrokî a dewleta Tirk her berdewam e.

Dewleta Tirk ji damezrandina xwe pê va, her daxwaza netewî û demokratîk a Kurdan wekî “cudaxwazî”, her Kurd, ku daxwaza mafên xwe dike, wekî “rêgir, çete û terorîst” nişan da; dide.

Nişan dayina her daxwazên netewî wekî daxwaza PKK, girtin û dadigeh kirina her Kurdê mafxwaz bi tohmete “endam bûn û alîkarî kirina PKK-KCK”, nişan dide, ku siyaseta hanê ya dewletê berdewam e. Siyaseta hanê binbesta tundûtijiyê kurtir dike û dibe alîkarî bona terefên, ku dixwazin pirsa Kurd bi rêka tundûtîjiyê çareser bikin.

Em qedexe kirina şanoya Bêrû bi tundî mahkum dikin.

Divê hemu hêz û aliyên netewî û demokratîk li hemberê êrîşa hanê û parastin û peşve birina ziman û çanda Kurdî destê xwe bidine hevdu û bi havra xebat bikin.

Qedexe kirina şanoya Bêrû her usa êrîş e li ser huner û hunermendiyê. Bona vê yeke banga hemu hunermend û hunerdost, şanoger û aliyên hestyar dikin, ku dengê xwe diji erîşên hanê bilind bikin.

14 Cotmeh 2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button