Êriş bir ser wezereta pêşmerge

Li gora nûçeya Rudawê îro sibehî demjimêr 8.30 du kes bi otomobilekî sekinin û bi çeka gule berdan wezereta Pêşmerga ya hukumeta Kurdistanê.Lê di cihde pasewanên wezaretê bersiva wan dan û wan nekarin birevin. Yek ji aliyê pasawanan ve hate girtin. yê din dema têgihat ku wê bête girtin xwe kuşt.Di vê derbarê de fermandarêk pêşmerge liva Saleh Mihemmed got: Ew êrişker ligel kesekî din di otomobîlekê de bûn û dema pasevanên wezaretê bersiva wan dan, otomobîla wan têk çû, lewma nema karîbûn birevin. Kesê ku gule berdan wezaretê, ji otomobîlî daket û xwekuşt. Kesê ku otomobîl jî dajot, ji aliyê wezaretê ve hat girtin.”Pasewaneki jî ji Rûdawê re got:Pasevanekî wezaretê ji Rûdawê re ragihand: “Dema otomobîl di pêşiya wezaretê re derbas bû, wî kesî nêzîkî 30 gule berdan me, lê me jî bersiva wî da û me karî otomobîlê rawestînin. Lê êrişker ji otomobîlê daket û xwest ku bireve, lê dema ku dît rêya revê jê re tune ye, xwe kuşt.”

Nerîna min :