Polîtîk
Erebkirina parêzgeha Kerkûkê berdewam e.!
Li Kerkûkê Avakirina taxên nû dagîrkirina zeviyên cotyaran li parêzgehê berdewam in. Berpirsê ofîsa madeya 140 li Kerkûkê dibêje, her Erebekî ji derve hatiye ku îsbat neke ku ji Kerkûkê derketiye, nayê qerebûkirin.
Li gorî Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama 8 salên borî de 9 taxên erebî li Kerkûkê hatine avakirin.
Ji bilî bajarê Kerkûkê, gundên parêzgehê û zeviyên çandiniyê yên wan deverên ku rastî xirabûnê hatine. Têzanîn ku, zêdeyê 20 gundên Dubzê bi temamî ji aliyê Ereban ve hatine dagîrkirin.
Ji sala 2017’an ve bi rêya Rakan Cibûrî, parêzgarê berê yê Kerkûkê, ji Erebên îthalatî re çi xwestiye, hatiye dayîn û her tişt li dijî yasayê bû.