Cîhan

Erebistana Siûdî Kurdî li rêberiya xwe ya hec û umreyê zêde kir

Ji Erebistana Siûdî gavek girîng: Zêdekirina zimanê Kurdî li rêberiya hec û umreyê pejirand.

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umre ya Herêma Kurdistanê ragihand, Erebistana Siûdî pesend kiriye ku zimanê Kurdî li ser rênasê hec û umreyê bê zêdekirin. 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyetê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku şandeyek ji Midûriyeta Giştî ya Hec û Umreyê bi serokatiya Şêx Niyaz Neqşbendî li Ceddaya Erebistana Siûdî beşdarî Kongre û Fuara Hec û Umreyê bûye.  

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser daxwaza Rêveberê Giştî yê Hec û Umreyê di kongreyê de Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî Tewfîq Bin Fewzan El-Rabîah zêdekirina zimanê Kurdî li rêberiya hec û umreyê pejirandiye.

Back to top button