Erdogan: Tu sedema ku têkiliyên me bi Sûriyê re çênebin tuneye
Piştî peyama Serokê Sûriyê Beşar Esad û xwestina wî ya destpêkirina têkiliyên bi Tirkiyê re, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî peyamên nerm dan û anî zimên ku ji bo çênebûna têkiliyên bi Sûriyê re tu sedem tuneye.
Erdogan di vê derbarê de got: “Gelê Sûriyê birayên me ne. Ti sedema ku têkiliyên me bi Sûriyê re çênebin tuneye. Em tu carî ji midaxelekirina karên navxweyî yên Sûriyê re nabin pirsgirêk”.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî nimêja înê bersiva pirsên çapemeniyê da.
Erdogan di derbarê Sûriyê de anî zimên ku tu sedema nesazkirina têkiliyan tuneye û got: “Em bi hev re tevdigerin da ku têkiliyan baştir bikin. Tu eleqeya me bi desttêwerdana nav karûbarên navxweyî yên Sûriyê tuneye. Çawa ku me têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re zindî hiştin, me berê jî ev hevdîtin bi birêz Esed re kirin, hevdîtinên malbatî jî hebûn. Bêguman belkî sibê nebe, lê wê bibe”.