Erdogan: PKKyîyên ku çek berdan karin biçine welatên din
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê ku bi minasebeta beşdariya lûtkeya G-8’ê bibe çûbû Pakistanê, vegeriya welêt. Erdogan li ser rîya vegerê, di balefirê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdogan îfade kiriye ku, çareserî ne çek bêdeng kirin e, çareserî çek berdan e.
Erdogan gotiye ku, pirraniyê PKKyîyan li Qendîl û Mexmûrê ne. Heta ku çek di destê gerîlayan de bimîne, kare her kêlî biteqe. Wek me berê jî îfade kiribû, ku kengî gerîlayên PKKê çekan berdin, em ê karibin rê bidinê wan ku biçine welatên din.
Erdogan, bi dawîbûna çalakiya grevên birçîbûnê de jî gotiye ku, bi wî awayî bidawîbûna grevên birçîbûnê ez pirr girîng dibînim.
Di mijara aloziya di navbera Herêma Kurdistana Federe û hikumeta navendî a Iraqê de jî Erdogan diyar kiriye ku, ev aloziya di navbera her du aliyan de me dixîne nav fikareyan. Em nikarên bi vê re bibêjin ev karekî navxweyî ye.
Erdogan li ser pirseke rojnamevanekî “hûn ê biçine Gazzeyê?” jî wiha bersivandiye, “belê, dibe ku ez biçime Gazzeyê.”