Cîhan

Erdogan piştî 12 salan li Misrê ye

Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî 12 salan ji bo serdaneke fermî çû Misrê. Erdoganê li balafirgeha Qahîreyê ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî ve hat pêşwazîkirin. Her du serok wê têkiliyên di navbera welatên xwe, êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û mijarên herêmê gotûbêj bikin.


Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban bi serdaneke fermî çû Misrê. Erdogan li Qahîreya paytexta Misrê ji aliyê hevtayê xwe Abdulfettah es-Sîsî û Balyozê Tirkiyeyê yê li Qahîreyê Salih Mutlu Şen ve hat pêşwazîkirin.


Serdana Erdogan a ewil piştî 12 salan tê çaverêkirin ku têkiliyên di navbera her du welatan de baştir bibe û aloziya Îsraîl û Hemasê were çareserkirin. Heyeta li gel Erdogan de, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacîr cîh digrin.

Piştî ku Erdogan li Koşka Îttîhadiyeyê ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfetah el Sîsî ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin, wê hevdîtinên dualî û di navbera heyetan de bên kirin. Di dawiya hevdîtinan de wê civîneke hevpar a çapemeniyê were lidarxistin. Erdogan dê beşdarî şîva fermî ya ku Sîsî ji bo heyeta wî dide, bibe.

Back to top button