Erdogan Parlementerê BDP-ê re civiya
Bi minasebeta 15-ê Sibatê ya girtina Ocalan, li hinek bajarên Kurdistanê PKK-ê û BDP-ê xwepêşandan pêkanîn. Van xwepêşandana bi rojan berdewam kir û gelek tundî di nav polis û xwepêşandanan de çêbûn. Li Diyarbekir û deverên wek Cizîrê, Çolemêrgê gelek tevlîhevî çêbû. Erdogan ji wan xwepêşandana û tevlihevbûna rewşê BDP tawanbar kir û di gelek waran de êrîşê BDP-ê kir. BDP-ê jî gelek bi dijwarî AK Partî û Erdogan tawanbar kir û gotinên tund dijê Erdogan bi karanîn.
Tundiya di navbera BDP-ê û Ak Partiyê de tundiya hilbijartina bû. Herweha tirsek di nav xelkê de peyda bû ku, heta hilbijartina dê rewş ber xirabiyê ve herê. Di encama vê tundiyê de xelkê herêmê zerer didîta.
Di vê navberê de tiştek balkêş çêbû. Parlementerê BDP-ê yê Stanbulê Ufuk Aras li gel Erdogan hevdîtinek berfireh pêkanî. Ji berî ku Aras Erdogan bibîne li gel serok û berpirsên BDP hevdîtin kirin.
Li gora tê ragihandin, hevdîtina Ufuk Aras û Erdogan baş derbas bû û hinek pirsan de biryar hatin dayîn. Di vê derbarê de biryar hat dayin ku Erdogan BDP-ê bibîne û di van rojan de ji bo hevdîtinekî dê xeberekî bidin BDP-ê.
Herweha li gora agahdariyan, Aras behsa destûra nû kir û gote di vî warîde reşnivîsek ya BDP-ê jî heye. Aras da xuyakirin ku, di vê reşnivîsa destûrê ya ku BDP amade kiriye de, tu pirsên etnîkî di têde tuneye. Lê dê ji bo çareseriya pirsa kurd bibe arîkar. Erdogan jî gote ku, emê wê reşnivîsê binirxînin.
Dixweyê di serî de Ocalan hemî hêviya vê hevdîtina di navbera Ak Partî û BDP-ê de pêkwerê ne. Ev hevdîtin dikarê li herêmê tundiya di navbera Ak Partî û BDP-ê de kêm bike. Herweha ya herî girîng hilbijartinên meha Hezîranê de çêbibin bi di warek aram de pêkwerin. Niha çavê herkesekî li vê hevdîtinê û encamên wê ne.
Rojevakurd