Di kongreya AKPê a ku bi rojan e rojeva welêt dagir kiribû, herî zêde dihat payîn ku, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, qala hin gavên ku dixwazin bavêjin an qala pêşvebûneke nû bike. Hêvî ev bû û bi baldarî awir fitilîbûn ser axaftina Erdogan. Di dawiya axaftina Erdogan de hat sehkirin ku, ti nîyeteka AKPê a bi vî rengî tineye. Tenê Erdogan, ji gelê Kurd xwest ku li hemberî PKKê serî hildin û piştgiriya xwe zêdetir bidine AKPê.
Di kongreyê de bûyera ku herî zêde ku dilê Kurdan êşand yek jî, têgeha Erdogan a li hemberî Kurd û Kurdistanê bû. Careke din eşkere bû ku, Erdogan bilêvkirina peyvên Kurd û Kurdistanê gellekî zehmetiyê dikişîne. Di axaftina xwe de Erdogan, mêvanên ku ji derve hatibûn yêko yeko slav kirin. Navê wan û navê welatên rêberan bilêv kir. Lê dema dor hate Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî, Erdogan ji bo Barzanî ev sifata bikar anî: Serokê Rêvebiriya Herêma Iraqê.
Ji Erdogan dihat payîn ku, mizgîniya pêşvebuneke nû bide û projeya partiya AKPê a di mijara çareseriya pirsgirêkê de vebêje lê, Erdogan, ji qonaxa xwe a ku berê lê disekinî, gavek şûnda avêt û navê fermî yê Kurdistana Federe ku, di makezagona dewleta Iraqê de cîh digre û Tirkiye jî vê makezagonê, bi naskirina Iraqê qebûl dike, kire “Rêvebiriya Herêma Iraqê.”
Navê Kurd û Kurdistanê, ji bo çapemeniya Tirkiyê a navendî jî bikaranîn zor û zehmet e. Di çapemeniya Tirkiyê a navendî de, di axaftina Serok Barzanî de peyvên Kurdistanê pirrniyan kirine Iraqa Bakur an jî dema peyva Kurdistanê nivîsandine, girtine nav kevaneyê (parantez).
Bi vê helwestê, hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd, careke din, di dilê her kurdekî aştîxwaz de, şûna xwe ji xemgîniyê re berda.