Cîhan

Erdogan li Washington e, çavê cîhanê li helwesta Trump e

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan îro danê evarî li gel serokê Amerikayê Trump dicive. Çavê cîhanê li vê hevdîtinêye. Gelek siyasetmedarên Amerikî, rojnemevan, aktorên sinemayê, hunermenda ji Trump daxwaz kir ku vê hevdîtinê neke û rê li xirabiyên Tirkiye li Suriye û rojavayê Kurdistanê bigre. Lê Trump guh neda cîhanê û raya giştî ya Amrekiyê û ev civîna li gel Erdogan betal nekir.

Ji aliyek din ve ji berî hevdîtinê Trump du name ji Erdogan re rêkirine û di nameyên xwe de dibêje Erdoga: Akilbe û xwe ehmeq neke.

Di civînê de du pirsên sereke hene. Yekem pirs pirsgirêka Suriye û pêwendiyên Amerikayê li gel HSDê ne û vê yekêve girêdayî pirsa girtiyên DAÎŞê di destê Tirkiye de ye. Duyem jî kirîna çekên stratejik ji Rusyayê ye.

Rewşa Tirkiye gelekî xirabe taybetî di warê ekonomiyê de Tirkiye ber bi pêvajoyek zehmet ve diçe. Yekitiya Ewropa xwe amade dike ku hinek sizayan li ser Tirkiye pêkbîne. Herweha Amerika jî heman amedevaniyê dike. Ji bo helwesta Amerikayê, ya kongres û Meclisa Nûnera gelek vekiriye. Lê Trump rê li biryaran digire.

Erdogan amadeye ku hemû tişta trump jî bixwaze bi cih bîne . Hêdî şansê hinek gotaran li gora siyaseta Tirkiye ya navxwe jî bêje gelekî kême.

Li Amerikayê lobiya Ermeniyan xwe xwepêşandanek mezin li dijê Edogan re amade kiriye. Ji bo vê xwepêşandanê bangî Kurda jî kiriye. Yanî ev seredan dê li gel xwepêşandanên protestokirinê bi rêve herê. Bê guman lobiya Ermeniyan jî li Amerikayê gelek bi hêze û gelek cara bandora xwe li siyaseta Amerikayê dike.

Back to top button