PolîtîkRojev

Erdogan li Wanê axivî

Serokomarê Tirkiye Tayîp Erdogan serdana bajarê Wanê kir. Erdogan li Wanê tevlî rewrisma vekirina hinek projeyan bû. Serokkomarê Tirkiye di rewrismê de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de got: Hinek di bin siha rêxistina terorist de demokrasiyê istismar dikin. Lê em ji bo hun maf û azadiya xwe destve bînin dixebitin.Em ji bo çi li tenişta Dayikên Diyarbekirê sekinîn? Ma ew ne Kurdin?Ewên behsa demokrasiya rojava dikim carek bê jî hatin serdan wan? Nehatin. Derdî wan başqeye ,yê me başqe ye.Em hesabê yên zarokên 13-14 salî revandîn zarokên Dayikên Diyarbekirê dipirsin.

Erdogan berdewamiya axavtina xwe de behsa rewşa Wanê kir û rexneyên giran li HDPê kirin,lê gelek cihan de navê HDPê nagot. Erdogan dibêje: Ewên ku, bi salan hesasiyeta nişteciyên Wanê istismar kirîn, tenê zerer dane Wanê, hun baştir dizanin ku tu feyda wan nedaye vî bajarî. Wan bê av hiştin. Gerek şeredariya Wanê pirsgirêka avê  çareser bikira.Lê nekirin,me wek hukumetê ev pirsgirêk çareser kir. Ez dibêjim ku, mafê kesekî tuneye birayên min yên Kurd bê av bihêlin.em pirsgirêka bê ku ferqê bêxin nav Tirk û Kurdan de çareserdikin.

Back to top button